Yekitiya Karkeran a Reqayê: Idîayên li ser rewşa rêber Ocalan me dixe fikarên mezin

Îro Yekitiya Karkeran a Reqayê bi dauxyaniyekê xwest rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bê eşkerekirin, tecrîd ji ser bê rakirin û destûra hevdîtina bi parêzeran re bê dayîn û got: “Idîayên hatine belavkirina me dixe fikarên mezin.”

Yekitiya Karkeran a Reqayê: Idîayên li ser rewşa rêber Ocalan me dixe fikarên mezin
23 adar, 2021   12:17
REQA

Beriya demekê li ser malperên medya civakî agahiyên li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Wê yekê fikarên mezin li cem hemû pêkhatyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Bi hezaran şêniyan daketin qadan û daxuyanî dan, bi wan çalakiyan xwestin ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bê eşkerekirin.

Bi dehan karker li Qada Zanîngeha Itîhad a li bajarê Reqayê kom bûn û dauxyaniyek dan. Hevseroka yekitiyê Rodîn Mihemed daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku “cara dawîn di 7`ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin bi rêber Ocalan re pêk hat. Peywendiya telefonê jî ji ber şewba Koronayê cara dawîn di 27`ê Nîsana 2020`an de pêk hat, ku caran yekemîn bû vê mafî didin rêbertî.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji wê demê ve tu agahî li ser rewşa rêbertî nehatine zanîn û wiha dewam kir: “Di 14`ê Adara 2021`an de hin idîa li ser jiyana birêz Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Parêzerên rêbertî jî nikarîbûn peywendiyê pê re deynin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em dixwazin ku hevdîtin bi rêbertî re pêk bê, yan daxuyaniyek li ser idîa û nûçeyên vê dawiyê hatine belavkirin, bê dayîn. Ji ber ku em çavkaniya idîayên ku dem dem tên belavkirin, zanibin. İdîayên li ser rewşa rêber Ocalan tên belavkirin, bi awayekî sîstematîk pêk tê.

Helbet, sedema sereke ya wê yekê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ye. Ji ber ku girtîgeha Îmraliyê ne ji wan girtîgehan e ku parêzer û malbat karibin dem dem serdanê bikin û rewşa tenduristî û mercên jiyanê li wir nas bikin.

Ev idîa me dixe fikarên mezin, divê ev fikar bên rakirin. Ji bo wê yekê, divê di demeke nêz de peywendî bi Îmraliyê re bê danîn. Em banga bidawîkirina tecrîdê dikin, ku bi tena serê xwe kiryareke xirab e. Divê em rewşa Ocalan û mercên ku tê de dijî nas bikin, ji bo ku fikarên me bi dawî bibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sLIGlHAqmfQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>