Sivîleke ku di topbaran dagirkeriya Tirk de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

Jineke ku di topbarana beriya çend rojan a dewleta Tirk a dagirker li ser gundê El-Hediryat ê Eyn Îsayê de birîndar bûbû, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Sivîleke ku di topbaran dagirkeriya Tirk de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da
23 adar, 2021   10:45
EYN ÎSA

Welatiya bi navê Zehra Salih El-Semoo (25) ku îna borî di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê El-Hediryat de birîndar bûbû, sibehê jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a dagirker gundê El-Hediryat ê girêdayî Eyn Îsayê topbaran kiribû, di encamê de zarokê bi navê Mehmûd El-Xelîl (13) şehîd bû û Necîb Îbrahîm Himêdî, Ezîze Cexêdim, Îman El-Semoo û Zehra El-Semoe birîndar bûbûn. Zehra vê sibehê ji ber ku birînên wê giran bûn, jiyana xwe ji dest da.

Dagirkeriya Tirk ji 17`ê mehê ve topbarana li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundên wê zêde kiriye. Di heman demê de çeteyan hewl dan gundên Seyda û Mielek ên bakur û rojavayê navenda navçeyê dagir bikin.

Lê belê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewldanên çeteyan têk bir. tevî peymana agirbestê ya 2019`an li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêkh hatiye jî, garamtorê Rûs li hemberî binpêkirinên domdar ên dagirkeriya Tirk ên ji beriya çend mehan ve bêdeng e.

(dx)

ANHA