Li Idlibê di 10 rojan de 3 êriş li dijî hêzên dagirkeriya Tirk pêk hatin

Li gundewarê Idlibê di dema derbasûna wesayîteke leşkerî ya girêdayî dagirkeriya Tirk de, mayînek teqiya. Di 10 rojan de ev teqîna 3`yemîn e li herêmê pêk tê.

Li Idlibê di 10 rojan de 3 êriş li dijî hêzên dagirkeriya Tirk pêk hatin
23 adar, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro raghand ku dema wesayîteke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya El-Mestûma ya gundewarê parêzgeha Idlibê re derbas dibû, mayînek teqiya û zirarên madî çêbûn.

SOHR'ê destnîşan kir ku di 15`ê Adarê de mayînek bi sehrîcê avê yê girêdayî hêzên dagirkeriya Tirk li derdorê bajarê Idlibê teqiyabû û di encamê de du leşkerên Tirk birîndar bûbûn û sehrîc bi temamî hatibû şewitandin.

SOHR'ê di 13`ê Adarê de ragihandibû ku karwanekî leşkerî yê hêzên dewleta Tirk a dagirker ku di kolana Kornîş a Idlibê re derbas dibû bi mayînek hate hedefgirtin. Koma ku navê “Siriyêt Ensar Ebî Bekir El-Sedîq” li xwe dike, êriş girtibû ser xwe.

(dx)