ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-03-2021
21 adar, 2021   00:00

-Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên Newrozê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got agirê Newrozê ji bo gelê Kurd agirê serkeftinê ye û ew ê bi giyana serkeftina gerîla li Garê Newroza îsal pîroz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

-Di raporan de hate destnîşankirin ku idîayên krîza debarê û aboriyê êdî li şêniyên di kolanên Şamê re û tevahî herêmên hikumeta Şamê re derbas dibin êdî eşkere dibin, li aliyek din jî Misir û Erebistana Siûdiyê li benda partîka dewleta Tirk e ne gotinên wê, di heman demê de jî Rûsya derbasî xeta krîzê ya Lubnanê bû. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Şêniyên bajarê Qamişlo got êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê di çarçoveya berfirehkirina planên Osmanî de pêk tên, ku ew jî qutkirina rêya M4 a navneteweyî ye û Rûsya jî li hember vê yekê bê deng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA