Çalakiya konvedanê li Kobanê di roja 4’emîn de ye

Çalakiya konvedanê li Kobanê ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan, di roja 4`emîn de didome.

Çalakiya konvedanê li Kobanê di roja 4’emîn de ye
20 adar, 2021   13:51
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê bi dirûşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye, teqez em ê bi ser bikevin” li Qada Şehîd Egîd a li naverasta Kobanê, çalakiya konvedanê bi rêxistin kir.

Îro bi dehan endamên meclisa navçe û Şaredariya Sirînê û bi dehan şêniyan nobet girtin.

Îro li cihê çalakiyê, endamê Meclisa Navçeya Sirîn Hecî Mihemed axivî û diyar kir ku ew li wir li dijî dewleta Tirk a dagirker kom bûne û got: “Em berxwedana hêzên xwe yên leşkerî silav dikin, em teqez dikin ku dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.”

Dê çalakiya konvedanê dê sibê (21`ê Adarê) raweste û di 22`yê Adarê de ji nû ve dest pê bike. Ciwan bi israr in ku heta girtina agahiyan li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên xwe dewam bikin.

(cx)

ANHA