​​​​​​​Şênî û rûspiyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Samî El-Hoşî re xwest

Şênî, sazî û rûspiyên êlên Ereb ên li Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Samî El-Hoşî re xwest.

​​​​​​​Şênî û rûspiyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Samî El-Hoşî re xwest
​​​​​​​Şênî û rûspiyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Samî El-Hoşî re xwest
​​​​​​​Şênî û rûspiyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Samî El-Hoşî re xwest
20 adar, 2021   13:47
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên êlên Ereb serdana konê sersaxiyê yê şehîd Samî El-Hoşî kir da ku sersaxî ji malbata wî re bixwazin.

Samî El-Hoşî (Baran Qamişlo) di 17`ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyên şehîdan û alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di bin konê sersaxiyê de daliqandin.

Di bin konê sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Abdullah El-Cemîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em ji azadiyê û rûmeta xwe gav paşde neavêjin.”

Bi navê Kongreya Star Belqîs El-Ebdullah axivî û sersaxî ji malbata şehîd û dayikên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku xwîna şehîdan li ser xak welêt têkilî hev bûye û biratiya gelan di nava pêkhateyan de hatiye rûniştandin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed El-Zêdan axivî û da xuyakirin ku hêzên mezin ji bo ku timayên xwe pêk bînin, nakokî li Sûriyê derxistin û gelê Sûriyê ne xema wan e.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid El-Ilêwî şehîd bi mûma ku ji bo kesên bijîn, dişewite wesifand û domand: “Şehîd ew mirov in ku bedena xwe kir, pirê da ku kesên din derbasî azadiyê bibin. Ew roja ku ji bo bidawîkirina tarîtiyê hildide. Em soz didin wan ku heta pêkanîna azadî û serkeftinê şopdarên rêya wan bin.”

(şx)

ANHA