QSD: Hêzên me bersiv didin êrişên dagirkeran, 3 çete hatin kuştin

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi çalakiyeke sabotajê bersiv da êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê. 3 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

QSD: Hêzên me bersiv didin êrişên dagirkeran, 3 çete hatin kuştin
20 adar, 2021   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navevnda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarê Eyn Îsayê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku hêzên wan bi çalakiyeke sabotajê bersiv dan êrişan.

Daxuyaniya wiha ye:

Îro di saetên sibehê de me daxuyaniyek di derheqê pêvçûnên ku li herêma Eyn Îsa diqewimin de dabû. Çeteyên dewleta Tirk ku di wan pêvçûnan de windahiyên giran didin di aliyekî de hewl didin cenazeyên xwe werbigirin û di aliyekî din de jî hewl didin êrişan pêk bînin. Li hember wan êrişan li derdora gundê Mielek hêzên me bi çalakiyeke sabotajê bersiv da êrişan. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn. Cenaze û amûrên wan yên leşkerî di bin kontrola hêzên me de ne.

Li herêmê cih bi cih pêvçûn diqewimin û topbarana li ser herêmê berdewam dike.