Hêzên dagirker êrişî Eyn Îsa û gundên wê dikin, QSD`ê bersivê dide

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrişî derdorê navçeya Eyn Îsa û gundên El-Mişêrfê û Seyda dikin û di navbera dagirkeran û şervanên QSD`ê de şerekî dijwar diqewime.

Hêzên dagirker êrişî Eyn Îsa û gundên wê dikin, QSD`ê bersivê dide
19 adar, 2021   11:05
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, arêtşa Tirk a dagirker û çeteyê wê di van kêliyan de êrişî derdorê navçeya Eyn Îsa û gundên El-Mişêrfê û Seyda yên girêdayî navçeyê dikin.

Hêzên dagirker her wiha topên hawanê davêjin herêmê.

Nûçegihanê me da zanîn ku QSD`ê bersiva êrişê dide û li herêmê di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji aliyekî ve û şervanên QSD`ê ji aliyekî din ve, şerekî dijwar diqewime.

(cx)

ANHA