Bertekên navneteweyî yên li dijî zext û hewldana girtinê ya li dijî HDP’ê

Li dijî doza girtinê ya li dijî HDP'ê û betalkirina parlamenteriya parlamenterê wê Omer Faruk Gergerlîoglu nerazîbûn û bertekên navneteweyî zêde dibin.

Bertekên navneteweyî yên li dijî zext û hewldana girtinê ya li dijî HDP’ê
19 adar, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji hevraportorên Tirkiyê yên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), ji Belçîka, Malezya û Spanyayê daxuyanî hatin dayîn û hewldanên li dijî HDP'ê wek "darbeya li demokrasiyê" hate pênasekirin.

Hevraportorên Tirkiyê yên MPKE'yê Thomas Hammarberg (Swêd) û John Howell (Brîtanya) diyar kir ku betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu darbeyek e ku li dijî mafê parlamenteriyê yê Tirkiyê ye û ev darbe timî dubare dibe.

Hevraportoran hewldana ji bo girtina HDP'ê jî wek gaveke din a bifikar û biguman pênase kir ku zextên li ser muxalefeta siyasî û sivîl a li Tirkiyê zêde dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîstiya Tirkiyê bi muxalefeteke karîger heye û bang kir ku lîderê berê yê HDP'ê Demîrtaş û karsaz Kavala bên berdan, hurmet ji mafên bingehîn re bê dayîn.

Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ji bo qedexekirina HDP'ê ketiye nava liv û tevgerê û got: "Bi navê EFA'yê em piştgiriyeke xurt didin HDP'ê û dibêjin ku bi biryardarî li gel HDP'ê ne."

Koalîsyona Siyasî ya Navarre û Welatê Baskê yê Spanyayê EH Bîldû hewldana ji bo girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglu şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "EH Bîldû wê timî karên siyasî yên HDP'ê û mafên gelê Kurd biparêze û binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyê timî şermezar bike."

Partiya Sosyalîst a Malezyayê doza li dijî HDP'ê şermezar kir û diyar kir ku kiryarên li dijî HDP'ê li dijî qanûnan e, ne demokratîk in û binpêkirina mafên sivîl û siyasî ye.

Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Tirk hate kirin ku doza girtinê û zextên li ser HDP'ê bi dawî bikin û nûnerên HDP'ê berdin. Her wiha piştgirî ji HDP'ê re hate dayîn.

Parlamenterê Partiya Ekolojîst a Belçîkayê Ecolo Samûel Cogolotî anî ziman ku kiryarên bi vî rengî derbeke mezin li demokrasiyê dixe û nabe ku ew li hemberî vê yekê bêdeng bimînin.