Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê du panel li Beyrûtê hatin lidarxistin

Bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina bajarê Efrînê, Komelaya Newroz a Çanda Civakî, PYD û Kongreya Star li paytexta Lubnanê Beyrûtê, du panel li dar xist.

Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê du panel li Beyrûtê hatin lidarxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê du panel li Beyrûtê hatin lidarxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê du panel li Beyrûtê hatin lidarxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê du panel li Beyrûtê hatin lidarxistin
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê du panel li Beyrûtê hatin lidarxistin
18 adar, 2021   22:08
BEYRÛT

Bi boneya salvgera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê, Komeleya Newroz a Çanda Civakî ya panelek li navenda xwe ya li Beyrûtê li dar xist.

Kurdên li Lubnanê dimînin beşdarî panelê bûn. Hola panelê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, pankartên bi nivîsên"Arîn Mîrkan nasnameya Efrînê ye", "Çawa Kobanê bi ser ket, dê Efrîn jî bi ser bikeve" û "Bijî Berxwedana Serdemê " hatibû xemilandin.

Sekretêrê Komelaya Newroz a Çanda Civakî Cemal Hesen îşaret bi sedemên ku hişt dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir bike, kir û got: "Ji ber girîngiya jeopolîtîk a bajêrê Efrînê ku nêzî deryaya Spî ye, erdê wê baş e û di dema Rêveberiya Xweser de gelek destkeftî bi dest xistin dewleta Tirk a dagirker bi desteka Rûsyayê û Amerîkayê xwest wan destkeftiyan têk bibe, lê zû an dereng be dê serkeftin wê pêk were."

Seroka Komelay Jîn a Jinan Bûşra Elî jî axivî û îşaret êrişên hêzên împiryalîst û kapîtalîst ên li dijî doza kurdî kir û da zanîn ku Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ne tenê li dijî dewleta Tirk bû, di heman demê de li dijî gelek dewletên mezin bû yên ku desteka çek û diraviyê dan dewleta Tirk û çeteyên wê, da ku însiyatîfên azadiyê yên gelê Kurd bi taybet û hemû gelê herêmê têk bibin.

Bûşra Elî di berdewamiya gotina xwe de bal kişand ser berxwedana ku jinên Kurd li Efrîn û hemû herêmên dagirkirî yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane meşandin û got:"Ev berxwedan ji bo tevahiya jinên li herêmê û cîhanê bû minareyek ku maf û azadiya xwe vegerînin."

Bûşra Elî eşkere kir ku madam berxwedanda gelên bindest berdewam dike, zû an dereng dê azadî misoger be.

beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin û gotin, israr û têkoşîna wan a ji bo avakirina civakeke demokrat, wekhevî, adalet, azadî û rûmet wê berdewam bike.

li aliyekî din Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star panelek bi beşdarbûna kurdên li Lubnanê, endamên Kongreya Star û PYD'ê li dar xist.

Panel bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endamê PYD'ê Mistefa Yûsif daxuyaniya partiyê ya derbarê salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkirî û sûcên ku li dijî sivîlên Efrînê têne kirin hatin şermezarkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn jî axivî û got: "Dewleta Tirk  dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê ji destpêka ku Efrînê dagirkirine ve tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dikin, demografya herêmê diguherin, sivîlan direvînin û qetil dikin."

Netewî Xemgîn, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van sûcan şermezar kir. Her wiha di kesayeta şehîd Karker û Avesta Xabûr de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Panel bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(eh)

ANHA