Şêniyên Minbicê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêbertî kir

Şêniyên bajarê Minbicê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi lez agahiyên derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û rê bidin ku malbat û parêzeran da ku hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin.

Şêniyên Minbicê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêbertî kir
16 adar, 2021   20:16
MINBIC – SELWA ABDULREHMAN

Şêniyên bajarê Minbicê têkildarî agahiyên ku derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de belav bûne, ji ANHA'yê re axivîn.

Ciwanê bi navê Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku duh agahiyên derbarê nebaşbûna rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de belav bûn û rewş bi "Ne mirovî, ne qanûnî" bi nav kir.

Cemîlî got, divê tavilê agahî derbarê rewşa rêbertî de werin standin û wiha pê de çû: "Em ciwanên Minbicê li hemberî kiryarên dewletên kapîtalîst ên ku armanc dikin gelên azad kole bike û li hemberî projeya neteweya demokratîk disekinin, bêdeng namînin. Ji bajarê Minbicê yê şehîdan ku bi saya fikirê rêbertî û keda şehîdan ji terora DAIŞ'ê rizgar bûye, em banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Ehmed El-Cemîlî bang li civaka navneteweyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêbertî û gelên azadîxwaz rawestînin û rêbertî azad bikin.

Jina bi navê Medîha El-Cuma banga rakirina tecrîda giran a li ser rêbertî û zelalkirina agahiyên derbarê rewşa rêbertî de kir.

Medîha El-Cuma destnîşan kir ku armanca tecrîdê ew e ku rihê mirovahiyê têk bibin û nehêle ku gel azadiya xwe bi dest bixe û wiha got: "Fikir û felsefeya rêbertî li ser bingehê demokrasî, jiyana hevbeş û pêkanîna biratiya gelan e."

Jina bi navê Rabia Bekro jî got, ew jinên Minbicê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û got:"Rêbertiya rêya jinan a ber bi azadî û demokrasiyê ve ronî kir. Girtina rêbertî girtina azadî, edalet û azadî û serxwebûna jinan e."

Rabia bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi lez mudaxele bikin kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk rawestînin û rewşa tenduristî ya rêbertî eşkere bikin."

ANHA