​​​​​​​Li derdora Eyn Îsayê şer rû dide, erebeyeke çeteyan hate îmhakirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan li aliyê gundê Seydayê bi pêş de biçin, li ser bersivdayîna şervanên QSD'ê şer derket. Şervanan erebeyeke leşkerî ya çeteyan îmha kir.

​​​​​​​Li derdora Eyn Îsayê şer rû dide, erebeyeke çeteyan hate îmhakirin
16 adar, 2021   20:24
EYN ÎSA

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker hewl dan li aliyê gundê Sedaya yê navçeya Eyn Îsayê bi pêş de biçin.

Şervanên QSD'ê bersiva hewldanê dan û şer derket. Di encama vî şer şervanan erebeyeke leşkerî ya çeteyan îmha kir.

Şer li derdora navenda navçeyê berdewam e.

ANHA