​​​​​​​Meclisa Qamişlo xwest ku şandeyek ji bo Îmraliyê were şandin

Meclisa Gel a bajarê Qamişlo banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kir, her wiha qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

​​​​​​​Meclisa Qamişlo xwest ku şandeyek ji bo Îmraliyê were şandin
​​​​​​​Meclisa Qamişlo xwest ku şandeyek ji bo Îmraliyê were şandin
​​​​​​​Meclisa Qamişlo xwest ku şandeyek ji bo Îmraliyê were şandin
​​​​​​​Meclisa Qamişlo xwest ku şandeyek ji bo Îmraliyê were şandin
16 adar, 2021   17:02
QAMIŞLO

Meclisa Gel a bajarê Qamişlo û Meclisa Bajarokê Tenûrî têkildarî salvegera komkujiya Helebçeyê û agahiyên derbarê rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de daxuyanî dan.

Daxuyaniya Meclisa Bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê hevseroka meclisê Hesna Remo ve û daxuyaniya meclisa Tendûrî ji aliyê endamê meclisê Xelîl Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyan de qurbaniyên komkujiya Helebçeyê hatin bi bîranîn û wiha hate gotin: "Dijminê gelê Kurd nêrîna wan yek e. Na ji dagirkirina xaka me û qirkirina me re."

Her wiha hate gotin ku gelê Kurd dê têkoşîna xwe ta pêkanîna azadî û serkeftinê bidomîne.

Di her du daxuyaniyan de hate diyarkirin ku AKP'ê ya bi serkêşiya Erdogan berpirsê jiyana rêbertî ye û bang li desthilata Tirk hate kirin û destûr bide parêzerên Rêber Abdullah Ocalan da ku biçin Îmraliyê û li ser rewşa wî ya tenduristiyê agahî bigirin.

Her du meclisan di daxuyaniyên xwe de li hemberî siyaseta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan banga seferberiya giştî kirin, her wiha bang li CPT'ê kirin şandeyekê bişînin Îmraliyê da rewşa rêbertî bişopînin. Dîsa jî bang gelê Kurd kir li hemberî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, bisekine.

ANHA