Bangên gel ji bo zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan didomin

Rêxistinên civaka sivîl ên Minbic û gundewarên wê bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir. Bi heman armancê bi sedan şêniyên gundewarên rojhilat û bakurê Reqayê meşeke girseyî li dar xist.

Bangên gel ji bo zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan didomin
Bangên gel ji bo zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan didomin
Bangên gel ji bo zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan didomin
Bangên gel ji bo zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan didomin
Bangên gel ji bo zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan didomin
16 adar, 2021   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî belavbûna agahiyên derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de, rêxistinên civaka sivîl ên Minbic û gundewarên wê daxuyaniyek da. Parêzer Îbrahîm Himêdî daxuyanî li pêş avahiya yekitiya rojavayê bajêr xwend.

Himêdî bang li rêxistinên hiqûqî, cîhanî, mirovî û navneteweyî kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin, da ku metirsiyên girêdayî rewşa wî ya tenduristî û jiyanî werin sînordarkirin.

Parêzer Îbrahîm Himêdî got, heger tiştek bi rêbertî re were, dê berpirsa vê yekê hikumeta dewleta Tirk be û banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir.

LI GUNDEWARÊN ROJHILATÊ REQAYÊ MEŞ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZpVQsyFOFck" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî mijarê bi sedan şêniyên rojhilatê Reqayê li pêş Meclisa Gel a bajarokê Cidêdat kom bûn, da ku beşdarî meşa bi banga zelalkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan bibin.

Şêniyan li gel hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ji pêş Meclis Gel a bajarokê Cidêdat a rojhilatê Reqayê dest bi meşê kirin.

Meş li naverasta bajarokê vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin, piştre bi navê meclisên gel ên gundewarên rojhilatê Reqayê hevserokê Meclisa Keramê Îbrahîm Ebas axivî û got: "Dewleta Tirk di êrişên li ser herêmê ji gelek aliyan de berdewam e, armanc jê jî têkbirina projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Ebas wiha domand: "Piştî têkçûna dewleta Tirk li çiyayên Garê û kuştina hejmareke mezin ji leşkerên wê yên êsîr de, îro idîayên li ser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan belav dike, armanca wî ji vê yekê têkbirina moralên me ye."

Li aliyekî din jî endamê Şaredariya Gel a Keramê Feysel Beyrem axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku dewleta Tirk bihêle parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan serdana rêbertî bikin û rewşa wî ya tenduristî bizanin.

LI GUNDEWARÊN BAKURÊ REQAYÊ MEŞ

Bi sedan şêniyên bakurê Reqayê meşek li dar xist.

Meş ji gundê Hikumiyê ber bi bajarokê Hezîme ve dest pê kir û diruşmên bi banga zelalkirina tenduristiya rêber Ocalan berz dan û meş li naverasta meclisê vegerî mîtîngê.

(fr)

ANHA