Şêniyên Efrîn û Til Koçerê ji bo rewşa Rêbertî were eşkerekirin meşiyan

Bi hezaran şêniyên herêma Efrîn û navçeya Til Koçerê meşiyan bang li civaka navneteweyî û CPT’ê kir ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.

16 adar, 2021   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞEHBA

Bi diruşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" Meclisa kantona Efrînê meşeke girseyî bi beşdariya bi hezaran ji şêniyên Efrînê li dar xist, di meşê de şêniyan bang li CPT’ê kir ku bi erkên xwe rabe û rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.

Şêniyên herêma Efrînê li ser rêya di navbera bajarokê Babins û navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê de kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankratên "CPT berpirsê tecrîda li dijî rêbertî ye", "Em bang li dadgeha Ewropayê dikin ku rêbertî serbest berdin", "Azadî û tenduristiya Rêber Apo azadî û tenduristiya gel e", "Heke çi tiştekek bi rêbertî re de hat, dê tevahî cîhan berpirs be"  û "Hûn nikarin roja me tarî bikin" hildan.

Meş digel diruşmên şermezarkirina bêdengiya civaka navneteweyî û CPT’ê de dest pê kir, ji ber ewe w bi erkên xwe yên mirovî û qanûnî yên li hember rêber Abdullah Ocalan ranabin.

Meşvan li qada Dibistana Siwaqa (Dibistana Ajokariyê) ya li navçeya Fafînê kom bûn û deqeyeke rêz girtin, dûvre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axivî û wiha got: "Me duh agahiyên li ser tevliheviya rewşa tenduristî ya rêberê gelên bindest û mîmarê fikirya neteweya demokratîk û ronakbîrê serdemê, rêber Abdullah Ocalan bihîstin."

Mihemed Ebdo wiha got: "Bi bihîstina agahiyê re, şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Tirkmen û Ereb, bi biçûk û mezinên xwe serî hilda û bang li aliyên idîaya mirovahiyê dikin, kir ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bi lez eşkere bikin."

Mihemed Ebdo bang li CPT’ê kir ku bi erk û peywirên xwe rabe û rewşa tenduristî eşkere bike û piştrast kir ku ew şêniyên Efrînê di meşên xwe de heta naskirina rewşa rêbertî berdewam in.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a herêma Efrînê Rîhab Cabo axivî û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û bang li aliyên pêywendîdar û civaka navneteweyî kir ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bikin.

Rîhab Cabo diyar kir ku ew di têkoşîn û berxwedanê de heta eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bi israr in.

TIL KOÇER

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OJxyhUH_9tA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo meşeke girseyî li dar xist, tê de banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji pêş dibistana Şewaf a navçeya Til Koçerê dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê gerî.

Meş li naverasta bajêr vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin, piştre endamê Meclisa Malabatên Şehîdan Ehmed Seyid axivî û bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku rewşa rêberê neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û serbest berdin.

Li aliyekî din jî bi navê Kongreya Star a Til Koçerê Henar Ehmed soz da gelên cîhanê ku ew ê heta pêkanîna azadiya rêber Ocalan li ber xwe bidin û tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir.

Meş bi diruşmên banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Apo  bi dawî bû.

(fr)

ANHA