Mîhrîcana Werzîşê ya Sêyemîn li Minbicê dest pê kir

Mîhrîcana Werzîşê ya 3`yemîn bi dirûşma “Werzîş nîşaneya pêşketina gelan e” li bajarê Minbicê dest pê kir.

Mîhrîcana Werzîşê ya Sêyemîn li Minbicê dest pê kir
12 adar, 2021   12:20
MINBIC

Mîhrîcan bi boneya salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, li stada bajêr tê lidarxistin. Bi dehan şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî mîhrîcanê bûne.

Cihê mîhrîcanê bi alên Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û pankartên "Bila ala serkeftinê ya jinên azad bilind bibe", "Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin", “Azadiya jinan, azadiya civakê ye" hatiye xemilandin.

Tê payîn ku di mîhrîcanê de gelek pêşandanên werzîşê, hunerî û stranên gelêrî bên pêşkêşkirin. Di dawiya mîhrîcanê de dê tîmên beşdar werin xelatkirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LxYllbAOp2g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>