Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza berdewamkirina berxwedan û serhildanê da

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn û soza berdewamkirina berxwedanê û serhildanê da.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza berdewamkirina berxwedan û serhildanê da
12 adar, 2021   12:29
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîdên serhildanê bi bîr anîn.

Meclisa Jinan destnîşan kir ku serhildan bersiva kiryarên hikumeta Şamê yên cudakar, zordar û hewldana pişaftina neteweya Kurd û înkarkirina hebûna gelê Kurd e.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja 12'ê Adarê salvegera 17'an a serhildana Qamişloyê ye ku tê de zêdetirî 30 ciwan bi guleyan ji aliyê hêzên ewlehiya yên Sûriyê ve hatin kuştin û bi dehan kesên din di hemleyeke din a girtinê de li hemû bajarên Sûriyê, di zindanên rejîmê de hatin kuştin.  Piştî wê serhildan li Qamişlo dest pê kir û li tevahiya herêmên kurdî û herêmên ku tê de hene, belav bû. ev serhildan bersiva sûcên rejîma Sûriyê yên çewisandin, zordestî û hewldana pişaftina neteweya Kurd û înkarkirina hebûna gelê Kurd e.

Li gel serkeftinên bêhempa ku gelê me li tevahiya astan de di şoreşa Rojava de bi dest xistiye heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin, em vê rojê bi bîr tînin. Di şoreşê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê terorê kir û ji cîhanê re îsbat kir ku ew gelên azadîxwaz in û demokrat in. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku li ser bingeha edaletê, wekheviyê û rêzdariya ji mafên mirovan re hatiye avakirin, yek ji berhemên Serhildana 12`ê Adarê ye ku bi rêya wê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê mafên xwe yên rewa û nirxên wekheviyê û edaleta civakî parastin.

Bi navê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman dema ku bi dehan şehîd û birîndaran bi bîr tînin de, em soza berdwamkirina têkoşîn û serhildanê û rêya şehîdan didin. Em ji cîhanê re piştrast dikin ku serkeftina projeya me ya demokratîk rêya çareseriya siyasî û birina Sûriyê ber bi ewlehiyê ve û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Sûriyê bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û paqijkirina xaka me ji destdirêjiya zaliman e."

(şx)

ANHA