' Şehîdên 12’yê Adarê nirxên şoreş û serbilindiya gelê me ye'

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi bîr anîn û got: "Dê şehîdên 12’yê Adarê nirxên şoreş û serbilindiya gelê me bimîne û ronahiya gihandina ber bi azadî û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî bimîne."

' Şehîdên 12’yê Adarê nirxên şoreş û serbilindiya gelê me ye'
11 adar, 2021   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 17’emîn a serhildana 12’yê Adarê, Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "

" 17 sal di ser serhildana Qamişloyê re derbas dibin ku gelê Kurd li hember rejîma dîktatro û alavên wê yên ewlehî teqiya ye. Rejîma dîktator maça futbolê ya di navbera tîmên Cîhad û Fitûwê de veguherand fîtne û şerê di navbera gelê her du tîman de û fîtne di navbera pêkhateyên herêmê de pêxist. Alavên ewlehî û milîşên wê gule li dijî ciwanên Kurd reşandin, bi wê re şehîd û bi dehan birîndar çêbûn. Gel me bersiva vê yekê dan û serhildana li tevahî bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê heta bi Heleb û Şamê belav bû. Gelê bi rihê serhildanê li dijî siyasetên rejîma Baasê ya şovenîst û redkirina fîtneyê bûn yek û bi rihê biratiyê ya di navbera pêkhateyan de hevgirtî bûn.

Serhildana 12’yê Adarê benda tirsê şikand û rihê Serhildana Qamişlo bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi encam bûye, ew rêveberî jî nûnertiya berjewendî û vîna tevahî pêkhateyan, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û pêkhateyên dîtir bi rêya pêkhate û hevgirtina riha biryatiya gelan û jiyana hevbeş dike, li gel wê jî pêkhateyan herêmê destkeftiyên xwe li hember tevahî hewldan û komployên li dijî gel û projeya wan a demokratîk parastin. Li aliyekî din jî rejîma Baasê hîna jî bi zihniyeta xwe ya destpot û şovenîst, hewldana pêkanîna fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, provokatorkirina eşîran, sûcên sîuqastkirinê û derbekirina yekitiya şêniyên herêmê de bi israr e. Bi vê zihniyetê Sûriyê û gelê wê gihand ber wêrankirin, penaberkirin û koçberkirinê.

Vejandin û hevgirtina bi rihê Serhildana Qamişlo yak u gelê Kurd li hember zulm û înkarkirinê kiriye yek, hewcedariyeke di vê merheleyê de ye. Da ku yekitiya Kurd were avakirin û parastina destkeftiyên gel ên bi saya şehîdan bi dest ketiye pêk bê û dagikerî li herêmên me; Efrînû Girê Spî û Serêkaniyê were bidawîkirin.

Em Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê û tevahî şehîdên şoreşa me bi bîr tînin û bejna li hember kedên wan ditewînin û piştrast dikin ku dê şehîdên 12’yê Adarê nirxên şoreş û serbilindiya gelê me bimînin, da ku bigihînin azadî û avakirina Sûriyeke demokrat a nenavendî.

Em sûcên rejîma Sûriyê şermezar dikin û di heman demê de piştrast dikin ku pêwîstî bi diyaloga sûrî-sûrî ya ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê heye, da ku berjewendî û armancên gel û hêviyên şehîdên me pêk werin."

(fr)

ANHA