Şêniyên Qamişlo şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi bîr anîn

Bi boneya derbasbûna salvegera 17’emîn a Serhildana 12’yê Adarê û ji bo bîranîna şehîdên xwe, şêniyên Qamişlo mûm li Yarîgeha Şehîdên 12’yê Adarê pêxistin.

Şêniyên Qamişlo şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi bîr anîn
11 adar, 2021   20:01
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) merasîma bîranîna şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi beşdariya hejmarek ji şêniyan li Yarîgeha Şehîdên 12’yê Adarê ya Qamişloyê organîze kir. Her wiha şêniyan mûm li pêş yarîgehê di ber sirûda "Ey Reqîb" re pêxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên serhildan, di her sale de şêniyên Qamişlo şeva 11’ê Adrê derdikevin û mûman li kolanan ji bo bîranîna şehîdan pêdixin. Her wiha îşev li Qamişloyê şêniyan mûm li kolan û tevahî taxên wê pêxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZTL8EVNt810" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>