Li Dêrazorê di operasyonekê de komeke çete hatin girtin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di operasyonekê de komeke çeteyên berpirsyarên sûcên qetilkirinê û êrişên bi bombeyan ên li herêma Dêrazorê girtin.

Li Dêrazorê di operasyonekê de komeke çete hatin girtin
12 adar, 2021   15:49
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand, hêzên wan operasyonek pêk anî û di encamê de komek çete girtin.

Li gorî agahiyan operasyon li bajarokê El-Besîra ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyên hatine girtin berpirsyarên koordînekirina sûcên qetilkirin û êrişên bi bombeyan ne û li Dêrazorê hewldana têkbirina ewlehiyê û tirsandina sivîlan dikirin.

(eh)

ANHA