Şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şehîdên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di salvegera 7'emîn a şehadeta xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11 adar, 2021   17:43
QAMIŞLO

Bîranîn li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate lidarxistin. Endamên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, saziyên Rêveberiya Xweser, malbat, dost û hevalên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Omer axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Di wê demê de pêkhateyên herêmê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn hedefkirin. Lê bi hêza keç û xortên herêmê ew teror hat têk birin."

Umer da zanîn ku tola wan şehîdan hat hilanîn, dê armanca hemû şehîdan jî li Rojavayê Kurdistanê bi azadiya pêkhateyan pêk bê.

Cîgirê Hevseroktiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Nûrî Îbrahîm jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiyê de mûm li ser gorê şehîdan hatin vêxistin.

Di 11`ê Adara 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo kir dema ku xebatkar û rêveberên wan di civînê de bûn. Di encamê wê êrişê de 11 xebatkarên Şaredariya Gel şehîd bûn.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TFS-VCWqJ2k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>