Li Minbic û Şedadê çalakiyên 8'ê Adarê didomin

Bi durişma  "Hevrîn û Nadiya sonda têkoşîna me ne û xeta şoreşa me ne", li Minbic û Şedadê bi beşdarbûna bi dehan jinan çalakî hatin lidarxistin.

Li Minbic û Şedadê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li Minbic û Şedadê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li Minbic û Şedadê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li Minbic û Şedadê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li Minbic û Şedadê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Li Minbic û Şedadê çalakiyên 8'ê Adarê didomin
11 adar, 2021   16:10
MINBIC

Li Minbicê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomînin.

Di vê çarçovoeyê de, bi beşdarbûna endamên jin ên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbicê û bi dehan şêniyan semînereke li parka Şehîd Hevrîn Xelef a li rojhilatê bajar hate dayîn.

/ar/uploads/files/2021/03/11/151938_abtsam-abd-alqadr.webp

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Nivîsgeha Diravî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hind Dagistanî axivî û got: "Di vê pêvajoya dîrokî de û bi rihê berxwedana jinan me pêşwaziya 8'ê Adarê kir."

Hind Dagistanî da zanîn ku şoreşa ku li Rojava dest pê kir û belavî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû molekele û jinên Ereb, Asur, Suryan Çerkez, Ermen û Êzidî pêşengtiya wê dikin. Her wiha diyar kir ku jinan ji bo avakirina civakeke demokratîk û exlaqî xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe ya leşkerî ya taybet ava kir.

Hind destnîşan kir ku ew wekî Partiya Sûriya Pêşerojê rola girîng a jinan derxistin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir jî behsa rola siyasî ya jinan kir û diyar kir ku jin her tim, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin hefed, ji ber ku berxwedana xwe ji her kesî re dan xuyakirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wXZwaFvrJc4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

ŞEDADÊ

Bi heman armancê Komeleya Perwerdeyê ya navçeya Şedadê çalakiyên hunerî û çandî li dar xistin.

Di çalakiyê de şonî û gelek berhemên çandî hatin pêşandan.

ANHA