Artêşa Yemenê herêmên rojavayê Teizê rizgar kirin

Di navbera komên Hûsî û hêzên Yemenê de şerên dijwar rû dan, hêzên Yemenê herêmên rojavayê parêzgeha Teizê rizgar kirin.

Artêşa Yemenê herêmên rojavayê Teizê rizgar kirin
11 adar, 2021   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Eniya Teizê daxuyand ku hêzên artêşa nîştimanî û berxwedana gel herêma Kiwêha û Tiwêr El-Ela ya li eniya Meqbena ya rojavayê Teizê rizgar kir.

Navendê destnîşan kir ku hêzên artêşa nîştimanî li eniyên Meqbena û Kedha yên li herêma Tiwêr El-Ela bûne yek û bi lez bi pêş de çûn.

Hêzên artêşa nîştimanî derberên giran li komên Hûsiyan dan û gelek alav leşkerî û cebilxane li eniyên Kedha û Meqbena desteser kirin.

Girêdayî mijarê, hêzên hevbeş ragihand ku cara yekemîn e ku li herêmên Mudîreyta Meafir a rojavayê Teizê piştî şerên dijwar bi Hûsiyan re bi pêş de çûn.

Hêzên "Lîwa 21 a Muşat (bejahî)" li dijî nuqteyên Hûsiyan ên li herêma Henaya ya li Mudîreyeta Meafir êriş pêk anîn û Hûsî li herêma Henaya têk birin û zirareke mezin gihand wan.

Artêşa Yemenê duh ragihand ku eniya Kedha ya stratejî ya li Mudîreyeta Meafir kontrol kir.

Girîngiya eniya Kedha ku 4 mudîreyetan bi hev ve girê dibe, Wezaîyê, Meafir, Meqbena û Cebel Hebeşî (rojavayê Teizê) û dihêle hêzên hikumetê piştî ku ji destpêka şer de ji hev belav bûbûn, bi hev ve girê dide.

Bi rizgarkirina herêma Kedha re dorpêça parçeyî li ser Teizê ku komên Hûsî bûye 6 sal in ferz kiribûn, radibe. Her wiha bi vê yekê re hêzên arêtşa Yemenê dikare herêma Bereh rizgar bikin û rêya Teiz-Mexa vekin.

(fr)