Bi boneya 8`ê Adarê li Tirbespiyê pêşangeheke folklorîk

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Meclisa Tirbespiyê ya kantona Qamişlo pêşangeha  folklorîk orgenîze kir.

Bi boneya 8`ê Adarê li Tirbespiyê pêşangeheke folklorîk
Bi boneya 8`ê Adarê li Tirbespiyê pêşangeheke folklorîk
Bi boneya 8`ê Adarê li Tirbespiyê pêşangeheke folklorîk
11 adar, 2021   15:21
QAMIŞlO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Tirbespiyê pêşangeha folklorîk orgenîze kir. Di pêşangehê de kelepûrên pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan û alavên kevnare yên ku jinan çêkirine, hatin pêşandan. 

Pêşangeh li komîngeha Rojava ya bakurê navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê hate vekirin, piştre Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyûb  axivî.

Xaliya Eyûb destnîşan kir ku jinan mohra xwe li dîrokê xistine û bi rêya vê pêşangehê wan xwest mîrateyan herêmê biparêzin û bidin der.

Dûvre hevjîna şehîd Ehmed  El-Zik, Nûra Xelîl pêşangeh vekir û beşdar li nava pêşangehê geriyan.

Ji alavên ku di pêşangehê de hatin pêşandan; alavên ristinê, destar, cil û bergên folklorîk, alavên metbexê yên ku ji bo amadekirina xwarinê tê bikaranîn.

Di dawiyê de koma Şehîd Xebat a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya navçeyê stranên folklorîk gotin.

(eh)

ANHA