Balafirên Rûsyayê di 3 rojan de 280 êriş li dijî nuqteyên DAIŞ`ê pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê di 3 rojên dawîn de herêmên belavbûna DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê bi 280 êrişan kirin hedef. Di encamê de 43 çete hatin kuştin.

Balafirên Rûsyayê di 3 rojan de 280 êriş li dijî nuqteyên DAIŞ`ê pêk anîn
11 adar, 2021   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) 4 balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên herêmên cuda yên çolistana Sûriyê di sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê de bi 25 êrişan kirin hedef.

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li dijî herêma sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê, nuqte û şikeftên ku çeteyên DAIŞ`ê wek stargeh bi kar tînin li çolistana Asreya û El-Rehcan, çolistana Reqayê û li nêzî sînorên di navbera Dêrazor û Reqayê, didomînin.

Her wiha balafirên Rûsyayê duh bi şev bi 55 êrişan nuqteyên çeteyan kirin hedef. Li gorî SOHR`ê di encamê de 12 çete hatine kuştin. Bi vê yekê hejmara kuştiyên DAIŞ`ê di encama 280 êrişên hewayî de, di 96 saetên dawîn de gihaşt 43`yan.

Piştî êriş û kemînên DAIŞ`ê yên li dijî hêzên hikumeta Şamê, Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî DAIŞ`ê zêde kirin.

Ji 24`ê Adara 2019`an heta niha, hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê gihaşt hezar û 354`an, di nav de herî kêm 2 rûsî û 145 milîsîn alîgirên Îranê hene, hemû jî di teqîn û kemînên DAIŞ`ê yên li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazorê, Reqa, Hums û Siweydayê de hatin kuştin. Hejmara kuştiyên DAIŞ`ê jî gihaşt 841`an.

Her wiha ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî herêmê 4 sivîlên ku di zeviyên gazê de kar dikir, 11 şivan, hemwelatiyek, zarokek û 2 mêr hatine kuştin.

(şx)