Rûspiyekî din li Dêrazorê hate qetilkirin

Kesên nenas rûspiyekî eşîrên Ereb li gundewarên rojavayî Dêrazorê qetil kir. Duh jî li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, rûspiyek hatibû qetilkirin.

Rûspiyekî din li Dêrazorê hate qetilkirin
11 adar, 2021   11:02
DÊRAZOR

Çavkaniyên ji bajarokê El-Cîa yê rojavayî bajarê Dêrazorê diyar kir ku kesên nenas ku li motorsîklêtekî siwar bûbûn, rûspiyê bi navê Fayiz Mensûr berbanga îro dema ku ji mizgeftê derdiket, bi guleyan qetil kir.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re duh ragihandibû ku kesên nenas rûspiyê bi navê Ebdulrezaq Ebd El-Mecîd Îsa qetil kiriye.

Ebd El-Mecîd Îsa ji bajarê El-Meyadîn e û koçberî bajarokê Cidêda El-Igîdat bûbû.

(dm)

ANHA