Dagirkeriya Tirk baregeheke din a leşkerî li Eyn Îsayê ava kir

Dagirkeriya Tirk baregehe din a leşkerî li nêzî rêya M4 ya rojavayê navçeya Eyn Îsayê ava kir.

Dagirkeriya Tirk baregeheke din a leşkerî li Eyn Îsayê ava kir
11 adar, 2021   10:11
EYN ÎSA

Baregeh kîlometreyekê dûrî rêya M4 e û nêzî gundê Hoşan e. Her wiha di baregeha nû de radar, wesayîtên leşkerî û çekên giran hatin bicihkirin.

Dagirkeriya Tirk di 3 mehên borî de 3 baregehên leşkerî ku 2 kîlometre dûrî navenda navçeya Eyn Îsayê ne, ava kirin.

Dewleta Tirk dest bi sazkirina sîstema radaran li baregehên nêzî rêya M4 û bi kurahiya 32 kîlometre nava axên Sûriyê kir. Ev sîstema parastina hewayî ya li dijî balafirên keşfê ne û tê payîn ku ji cureya "Ihtar" e.

Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk bûn sedem ku 6 sivîl jiyana xwe ji dest bidin û 16 jî birîndar bibin.

Piştî 95 rojan êrişên dagirkeriya Tirk a domdar û têkçûna wê ya gihaştina rêya M4, li eniyên şer yên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî ji 4`ê Adarê ve, bêdengiyek heye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi rêya gelek daxuyaniyên cuda ragihand ku di encama 3 mehên êrişên dewleta Tirk yên domdar li dijî bajarok de, 68 çete û leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin, her wiha şehadeta 13 şervanên xwe jî ragihand.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GhPA16VNzJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>