Ciwanên êzidî daxwazên hikumeta Iraqê yên derketina Asayîşa Êzîdxanê red kirin

Ciwanên êzidî yên ji Şengalê daxwazên hikumeta Iraqê yên der barê derketina Asayîşa Êzîdxanê de red kirin û got “Asayîşa Êzîdxanê ji şêniyên Şengalê ava bû, dema ku hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê dev ji wan berda û qîrîna jinên êzidî bilind dibû.”

Ciwanên êzidî daxwazên hikumeta Iraqê yên derketina Asayîşa Êzîdxanê red kirin
11 adar, 2021   09:29
ŞENGAL

Ji dema ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Hêzên Parastina Gel (HPG) û Asayîşa Êzîdxanê Şengal ji DAIŞ`ê rizgar kiriye û ewlekarî li herêmê serwer bûn û êdî koçber vedigerin malên xwe, hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi koordîneya dewleta Tirk dest bi pêkanîna komployên dijminane li dijî şêniyên Şengalê kir.

Bi domandina gefên dewleta Tirk re li dijî Şengalê û êrişên wê yên dubarekirî, hikumetên Bexda û Hewlêrê bi pêşengiya PDK`ê di 9`ê Cotmeha 2020`an de lihevkirinek girêdayî kar û barên ewlekariyê û rêveberî yên li Şengalê îmze kir. Ev yek beyî vîna şêniyên Şengalê pêk hat. Ji ber wê êzidiyan ev lihevkirin wek domandina fermanan bi nav kir.

Piştî zêdebûna zextan ji aliyên PDK û Hikumeta Federal a Iraqê ve ji bo derxistina Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) duh çarşemê di bin konê piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê de civîneke awarte li dar xist.

Êzidî derxistina Asayîşa Êzîdxanê red dikin û piştrast dikin ew hêzeke rewa ye û di dema ku hêzên Iraqê û PDK`ê dev ji şengaliyan berda, ew Şengal û xelkê wê parast.

Şêniyên Şengalê ji bo şermezarkirina komployên dijminane yên li dijî wan û ji bo piştgiriya xwe ya domdar bi Asayîşa Êzîdxanê re piştrast bikin, îro dê xwepêşendanekê li dar bixin.

Têkildarî mijarê ciwanên êzidî li Şengalê ji ANHA`yê re axivîn û daxwazên hikumetên Iraq û PDK`ê ji bo derxistina Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê red kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/11/081835_qhtan.webp

Ciwanê bi navê Qehtan Qîranî got: “Her du hikumetên Bexd û Hewlêr dixwazin siyasetên dewleta Tirk li Şengalê pêk bînin. Em dibînin ku ev daxwazên wan berdewama fermanên li dijî me ne.”

Qîranî wiha domand: “Asayîşa Êzîdxanê, di dema ku hêzên ku diviyabûn wê biparastana û di dema ku qêrîna jinên Êzidî bilind dibû û Şengal veguherî gula xwînê, ji cwanên wê ava bû ku xelk û axa xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin û ew parastin.”

Hikumeta Iraqê îdia dike ku Asayîşa Êzîdxanê, ne rewa ne û di bin navê pêkanîna serdestiya Iraqê de divê ji Şengalê derkevin. Qîranî wiha bersiva vê yekê da: “Êzidî vê hêzê rewa dibînin. Ew wan diparêzin û ji ciwanên civaka êzidî ava bû. Heke ciwanên Şengalê gelo dê ji ku derê derkevin?”

Qîranî destnîşan kir ku xelkê Şengalê qanûna Iraqê bin pê nekiriye, wan di çarçoveya mafê parastina rewa de ev hêz ava kirine û wiha domand: “Divê hikumeta Iraqê li devereke din li serdestiya xwe bigere. Baregehên dewleta Tirk li Iraqê pir in. Ji ber xetereya domdar a DAIŞ`ê tevlihevî li parêzgehên Iraqê heye. Em ne zaîf in ku siyasetên xwe li ser me tenê pêk bînin.”

`EWLEKARIYA LI ŞENGALÊ NE LI GORÎ KÊFA HÊZÊN DIJBER E`

/ar/uploads/files/2021/03/11/081917_mrwan.webp

Ciwanê bi navê Merwan Xwedêda got: “Ew hewl didin sînaryoya 2014`an li dijî me dîsa dubare bikin. Lê bi saya berxwedana bêhempa ya civaka Êzidî nikarin bendên lihevkirina xwe pêk bînin. Dixwazin bi tevahiya rêbazan vîna me bişikînin.”

Xwedêda piştrast kir ku ewlekariya li Şengalê heye mîna wê li parêzgehên Iraqê yên din tune ye û wiha berdewam kir: “Lê ev yek ne li gorî hêzên dijber bû, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku zextê li hikumetên Iraq û PDK`ê dike da ku siyasetên xwe li dijî me pêk bîne, komkujiyan dubare bike, çanda me ya kevnar tune bike û kesên ku têkiliyan wan di kuştina êzidiyan de hebû, careke din di bin navên cuda de vegerîne Şengalê.”

`EM TENÊ BI HÊZÊN XWE BAWER IN`

Xwedêda di dawiyê de got: “Êzidî banga mafên xwe dikin. Em ji bilî YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê tu hêzeke din naxwazin. Baweriya me tenê bi van hêzan heye.”

(şx)

ANHA