Malbatên girtiyên li Îmralî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtiyên li Îmralî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12 adar, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li ser Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatan xwestin ku eger hevdîtin bê astengkirin, destûr bê dayin ku karibin bi rêya telefonê biaxivin.