Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê selêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlê xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê selêdan kirin
11 adar, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran xwestin, eger destûra dîtina muwekîlê wan neyê dayin, hingî derfet bê dayin ku bi telefonê pê re biaxivin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta 'nexşeya rê' ya ku Ocalan di sala 2009'an de ji bo parêznameyê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23'ê Îlona 2020'î de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.