‘Ger Tirkiyê kêmkirina ava Firatê bidomîne, em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin’

Hiqûqnas Hesen Mistefa piştrast kir ku dewletên dost ên ku lihevkirina Helsinkî û dewletên ku lihevkirina 1987`an îmze kiriye, divê dewleta Tirk neçar bikin ku siyaseta xwe ya li hemberî herêmê biguhere û got: "Heke dewleta Tirk kêmkirina asta ava Firatê bidomîne, em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin."

‘Ger Tirkiyê kêmkirina ava Firatê bidomîne, em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin’
11 adar, 2021   07:22
REQA-XALID EL-CUMA

Dewleta Tirk bi Sûriyê û Iraqê re peymanên der barê ava çemên ku ber bi her du welatan ve diherikin de îmze kirin da ku mafên her du welatan di rêjeya herikîna avê de misoger bibe. Lê dewleta Tirk bi rêjeya ava van çeman dilîze û qanûnên navneteweyî bin pê dike. Ji lew re gelek aloziyên aborî û hawîrdorê li her du dewletan rû didin.

Parêzer û hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa got îro li herêmê aloziyeke rastîn heye, sedem jî ew e ku dewleta Tirk herikîna ava çemê Firatê qut dike û wê weke çekekê li dijî herêmê pêk tîne. 

Mistefa wiha domand: "Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di aliyê siyasî û leşkerî de têk çû, dest bi karanîna vê çekê stratejîk kir. Ev çek pir xetere ye û dibe ku di pêşerojê de rê li ber şeran veke. Piştî ku şer li ser berjewendiyên aborî ji bo petrolê pêk dianîn, dibe ku di pêşerojê de şer ji bo avê rû bidin."

Hesen Mistefa diyar kir ku nakokiya bi dewleta Tirk ya ji bo ava Firatê re, ne nû ye, lê pir kevin e û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Gelek lihevkirin der barê ava çemê Firatê de pêk hatin, ji wan jî peymana sala 1946'an wek xerîb hate binavkirin, ji ber ku hikumeta Iraqê neçar ma ku li ser hesabê budçeya dewleta Iraqê avakirina bendavên Tirkiyê fînanse bike da ku asta lehiyên ku li Iraqê çêdibûn kêm bike. "

Mistefa wiha berdewam kir: "Çemê Firatê çemekî navneteweyî ye û li gorî qanûnên navdewletî ye. Lê dewleta Tirk van qanûnan bin pê dike. Sedama paşguhkirina dewleta Tirk ji van qanûnan re ew e ku berê ji ber hesasiyeta siyasî koordîneyek di navbera hikumetên Sûriyê û Iraqê de tune bû.”

Mistefa da xuyakirin ku girtina biryarên siyasî bi awayekî takakesî çi li Iraq an jî Sûriyê bêyî derbaskirina berjewendiyên her du welatan di ber çavan re, rê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku li dijî qanûnên navneteweyî tev bigere.

`HELSINKI`

Mistefa der barê lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî parvekirina ava çemên navneteweyî de got: "Di sala 1966'an de li Helsinkiyê li ser gelek rêgezên têkildarî çemên navneteweyî yên ku ji bo ava vexwarinê, avdanê û derxistina enerjiyê tên bikaranîn, bi tevlêbûna zêdetirî 35 dewletan di nav de Sûriyê, Iraq û Tirkiyê peymanek hat îmzekirin."

Her wiha Mistefa îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji vê lihevkirinê xwe dide alî û hewl dide têgeha ava li ser sînor li şûna têgeha rêyên avî yan jî çemên ku sînor derbas dikin, were bikaranîn.

`AVA FIRATÊ JI BO URFAYÊ TÊ DIZÎN `

Mistefa da zanîn ku dewleta Tirk rêgezên peymnan paşguh kirin û derdora 26 bendavan li ser çemên Dîcle û Firatê, ava kirin û ev agahî parve kir: “Dewleta Tirk 2 tunel li herêma Urfa ava kirin, da ku beşek mezin ji ava çemê Firatê ku divêyabû para Sûriyê û Iraqê be, veguhêzîne wê herêmê. Ji ber wê rêjeya herikîna çemê Firatê ber bi Iraq û Sûriyê ve kêm bû."

Mistefa hêvî kir ku dewletên dost û yên ku lihevkirina Helsinkiyê îmze kirine fişarê li dewleta Tirk bikin da ku siyaseta xwe ya di warê avê de ya li dijî herêmê biguherîne, ji ber ku ev siyaset mîna ragihandina şerekî li dijî herêmê ye.

Mistefa eşkere kir ku divê welatên dost ên ku têkiliyên wan bi dewleta Tirk û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xurt in, bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) mudexele bikin û wan sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê rawestînin, nexasim ku endama NATO`yê ye.

`DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ VEBIJARKA DAWÎ YE`

Mistefa têkildarî tedbîr an jî girtekên ku ji bo rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk divê werin girtin got: "Em niha hewl didin raya giştî tev bigerînin çi li ser asta herêmî yan jî navneteweyî da ku zextê li dewleta Tirk bikin, naxwe em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin.”

Mistefa di dawiyê de got: “Dewleta Tirk di nêrîna xwe de serhişk e. Em hêvî dikin ku vê rêbazê rawestîne, da ku rêgezên cîrantiya baş biparêze.”

Ava çemê Firatê di vê demê de pir kêm bûye. Miqdara herikîna wê ji bingeha 500 metrekab di her xuleyekê de gihaştiye 200 metrekab di her xuleyekê de. Ev yek dê bi hezaran hektaran ji zeviyên çandiniyê ziwa bike. Di encamê de dê bi awayekî neyênî bandor li aboriya herêmê bike. ji ber ku şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin.

Pirsa ku piraniya welatiyên Iraq û Sûriyê bi giştî û yên li ser peravên Firatê dijîn bi taybet dikin ew e ku çima hikûmetên Iraq û Sûriyê li hemberî kêmkirina rêjeya ava çeman bê deng in, wekî ku nizanin ev bêdengî dê dewleta Tirk teşwîq bike ku rêjeya ava ku niha diherike jî kêmtir bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jKKuVoIelPI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>