Hêzên Iraqê rê nadin ku gelê Şengalê li dijî gefên li ser herêmê dakevin qadan

Hêzên Iraqê nahêlin gelê Şengalê li dijî gefên li ser herêmên dakevin qadan. Hêzê serê vê sibehê li gundê Tilizêr ê Şengalê êriş bir ser gundiyan û di encamê de gundiyek birîndar bûye û alozî dewam dike.

Hêzên Iraqê rê nadin ku gelê Şengalê li dijî gefên li ser herêmê dakevin qadan
11 adar, 2021   08:24
ŞENGAL

Bi zêdebûna gefên hêzên Iraqê ya li ser Şengalê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê duh bi rengekî awarte li hev civiya û biryar da ku îro bi meşeke girseyî li ber van gefan rabe.

Meş dê îro li navenda bajarê Şengalê pêk were. Bi vê armancê ji gund, bajarok û komalgehên Şengalê girseya gel hewl da ber bi navenda Şengalê ve bê.

Şeniyên gundê Tilizêr yê Şengalê dema ku hewl da ber bi navenda Şengalê ve biçin, li gund ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin rawestandin.

Hêzên çekdar ên Iraqê dest li gundiyên Tilizêr werda û li gorî agahiyên destpêkê ji ber vê êrişê gundiyekî Tilizêr birîndar bûye. Hate ragihandin ku hêzên Iraqê guleyan berdidin hewa.

Alozî hîn jî dewam dike.