ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2021
11 adar, 2021   00:00

-Bi boneya salvegera Serhildana 12’yê Adarê Meclisa navçeyên Tibespiyê û Til Hemîsê du daxuyaniyên cuda li pêş meclisê didin, her wiha piştre Meclisa Navçeya Tirbespiyê serdana gorên şehîdên Serhildana 12’yê Adarê yên li gundên Hîlwa û Beyandorê saet di 10:00’an de dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya salvegera Serhildana 12’yê Adarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê serdana gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Digrê dike û mûman li ser pêdixe û daxuyaniyekê saet di 16:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hêzên Cebhet Ekrad a Minbicê merasîma bidawîkirina dewreya Foca Şehîd Şêrvan saet di 11:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê diyar kir ku rêveberên hikumeta Başûrê Kurdistanê û ENKS kujerên zarokên wan û yên ew koçber kirin, pêşwazî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li ser pêşwazîkirina Nesir El-Herîrî ji aliyê hikumeta Başûr û PDK`ê ve li Hewlêrê hêrsa xwe nîşan da û got: “Çeteyekî ku destên wî di kuştina bi sedan zarokên gelê Kurd li Efrîn û Serêkaniyê de heye, çawa li ser xaka pîroz a Kurdistanê tê pêşwazîkirin?” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Nivîsgeha Jinan a navçeya Tirbespiyê pêşangeheke alav û amûrên folklorî li komînka Rojava ya bakurê navçeyê saet di 12:00’an de vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên ji Ewropayê bi boneya 8’ê Adarê têkildarî şoraşa jinan a Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û got "Em têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin, destekê didinê, teqdîr dikin û silav dikin. Şoreşa Rojava yekane şoreşa cîhanê ye ku dihêle jin şoreşê ava bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas Hesen Mistefa piştrast kir ku dewletên dost ên ku lihevkirina Helsinkî û dewletên ku lihevkirina 1987`an îmze kiriye, divê dewleta Tirk neçar bikin ku siyaseta xwe ya li hemberî herêmê biguhere û got: "Heke dewleta Tirk kêmkirina asta ava Firatê bidomîne, em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Fehîme Hemo got dewleta Tirk a dagirker endamtiya xwe ya NATO`yê ji bo êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Her wiha got heta ku hikumeta Şamê zîhniyeta xwe neguherîne û diyalogên sûrî-sûrî qebûl neke, ne pêkan e ku aloziya Sûriyê çareser bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Ruxmî ku DAIŞ ji aliyê erdnîgarî ve tune bû, lê malbatên DAIŞ`î li Kampa Holê hîna ideolojiya wê diparêzin û li ser pêşeroja herêmê xeternak in.

Piştî ku 2 sal di ser hatina malbatên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatên Sûriyê re derbas bûn, 73 penaber iraqî û koçberên sûrî ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin kuştin. Ruxmî van sûcan jî hêz û civakên navneteweyî ji bo dadgehkirina wan bêdeng in. (BI WÊNE)

CIVAKA Û JIYAN

- Saziyên Civaka Sivîl dê di nava vê mehê de kilînîkên gel ên tenduristî vekin û gerînendeyê tenduristiyê got li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yekemîn proje ye û bi armanca xizmeta gel bi nirxekî kêm hatiye vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şermîn Şaxo diyar kir ku piştî êrişê gel xebatên Şaredariya Gel a Qamişloyê û Rêveberiya Xweser zêdetir hembêz kirin û got "Gelê Qamişloyê û em, bi mîrateya ku me ji şehîdên xwe girtiye, xebatên xwe xurttir dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA