​​​​​​​TEV-DEM: Serhildana gel ya 12`ê Adarê bersivadana planên komploger bû

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê şehîdên 12’yê Adara 2004’an bi bîr anîn û wiha got: “Serhildana Qamişlo fikrê Baasê yê şovenîst û nîjadperest yê li hemberî Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê aşkere kir,  sehildana gel bersivdana planên komploger bû."

​​​​​​​TEV-DEM: Serhildana gel ya 12`ê Adarê bersivadana planên komploger bû
11 adar, 2021   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê bi boneya salvegera serhildana Qamişlo ya 12`ê Adarê daxuyaniyek da raya giştî.

 Di daxuyaniyê TEV-DEM`ê de wiha hate gotin:

"Bi boneya salvegera 17`an a serhildana Qamişloyê, em bejna xwe li hemberî şehîdên serhildana Qamişloyê û hemû şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.  Serhildana gel a di 2004'an de li Qamişloyê dest pê kir û wekî pêleke bahozê li bajarên Rojava û bajarên herî mezin ên Sûriyê li hemberî rejîma Baasê ya şovenîst belav bû.

Ew êriş komployeke plankirî û organîzekirî bû ku ji aliyê hin şovenîstên Baasê ve pêk hat. Armanca wê şikandina vîna gelê me û tunekirina çanda me, nirx û destkeftên me yên ku li Rojava bûn. Her wiha hewl dan fîtneyê di navbera kurd, ereb û pêkhateyên din de derxe. Lê bi awayekî lez ji aliy gel ve serhildaneke li hemberî wan planên komploger. Ev serhildan, rejîma Sûriyê xist nava aloziyeke tengav a ku heta roja me ya îro jî berdewam e.

Serhildanê ew neçar kir ku hevsengiya xwe ya siyasî li ser astên hundirîn û derve winda bike. Divêyabû ku rejîma Sûriyê roleke erênî bilîsta û hinek guhertin di destûrê de çêkiribana, daxwazên kurdan bi cih anîbana û ji bo pêşxistina demokrasiyê bixebitiya, lê li şûna wê heta roja îro hesabê ji Kurdan dixwaze.

Tevî ku 10 sal di ser şoreşê re derbas bûne jî, lê ji ber serhişkiya rejîma Baas û hevkariya wê bi dewleta Tirk a faşîst re hîna alozî berdewam e û çareseriya siyasî pêk nehatiye. Li rex wê jî rêkeftina Adanayê berdewam kir û rejîm ber bi asoyên xitimandî ve bir.

Li aliyekî din bahoza tesfiyekirina hesabên siyasî yên herêmî û navneteweyî dest pê kirin û rejîma Sûriyê xwe ji berpirsyarî û pêkanîna erkên xwe ji bo vedîtina çareseriyên aştiyane da aliyekî. Nexasim diyaloga bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî têdikoşe. Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina nasnameya nîştimanî ya Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên civakî têkoşînekê dide meşandin. Ev çareseriya herî guncav a hemû pirsgirêkên li Sûriyê ye. Ji bilî wê jî alozî dê girêktir bibe û nakokî dê berdewam bikin.

Rêjîma Baasê li gorî biryarên Lihevkirina Adanayê tevgeriya û bê ser û ber gelê me girt, her wiha şaxên terorê û dadgehên ewlekariya dewletê ji bo çewisandina gelê herêmê ava kirin.

Lê gelê me tevî bikaranîna guleyên zindî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, ku bû sedema şehîdbûna bi dehan, birîndarkirina bi sedan gelê me û girtina bi hezaran jî, bi rêya birêxistinkirina çalakiyên protestoyî yên demokratîk û aştiyane banga serbestberdana hemû girtiyan kirin û kiryarên zordar ên rejîmê yên di dema merasîma oxirkirina cenazeyê şehîdan de li dijî gel pêkanîn, şermezar kirin.

Serhildana 12`yê Adara 2004`an fikrê rêjîma Baasê yê faşîst û nîjadperestî yê li hemberî kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê aşkere kir. Her wiha asta bandorbûn û xwe teslîmkirina rejîmê Baas ya ji dewleta Tirk a faşîst re di dema lihevkirina Adanayê re diayar bû. Heta roja me ya îro jî, ev rejîm bê vîn ma û bi kîndarî li civaka Kurd dinêre, ji ber ku gelê Kurd parastina axa Sûriyê û heta niha bi hezaran şehîd dane . Ev yek di dema ku axa Sûriyê tê dagirkirin û herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatiye dagirkirin de pêk tê.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em bawer dikin ku rewşa Sûriyê ber bi rewşekî herî xirab ve diçe û di gelek aliyan de valahî û tevliheviyeke siyasî ya mezin heye û di gelek aliyan de bi girêk e ku temenê aloziyê dirêj dike. Ji ber paşdeçûna rewşa aborî karesateke mirovî ya rastîn rû dide. Pirsgirêka Sûriyê hundirîn e û çareseriya wê jî hundirîn e.

Her wiha em soz didin şehîdên şoreşa 12'ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê ku li ser şopa wan bimeşin û wekî pêkhateyên Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên me asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Divê rejîma Sûriyê bi rasteqînî nêzî rewşa heyî bibe da ku beşên mayî ji Sûriyê ji karesatên muhtemel xilas bike. Divê rejîm avakirina civakeke demokratîk û vîna gelên azad ên li Sûriyê qebûl bike.

(şx)

ANHA