Kampa Holê… jin û zarokên xwedî fikrê DAIŞ`ê li ser pêşeroja herêmê xeternak in

-Ruxmî ku DAIŞ ji aliyê erdnîgarî ve tune bû, lê malbatên DAIŞ`î li Kampa Holê hîna ideolojiya wê diparêzin û li ser pêşeroja herêmê xeternak in.Piştî ku 2 sal di ser hatina malbatên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatên Sûriyê re derbas bûn, 73 penaber iraqî û koçberên sûrî ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin kuştin. Ruxmî van sûcan jî hêz û civakên navneteweyî ji bo dadgehkirina wan bêdeng in.

Kampa Holê… jin û zarokên xwedî fikrê DAIŞ`ê li ser pêşeroja herêmê xeternak in
11 adar, 2021   03:47
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Piştî ku 2 sal di ser hatina malbatên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatên Sûriyê re derbas bûn, 73 penaber iraqî û koçberên sûrî ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin kuştin. Ruxmî van sûcan jî hêz û civakên navneteweyî ji bo dadgehkirina wan bêdeng in.

DAIŞ`ê li dû xwe ideolojiyek tundraw hişt ku hîna bi rêya malbatên wan zindî ye. ev yek ji tevgerên jinên DAIŞ`î yên li Kampa Holê dimînin diyar dibe. jinan kom çêkirin û hewl didin fikrê DAIŞ`ê di nava zarokan de bi rêya perwerdeyê vejînin.

LI DÛ XWE IDEOLOJÎ HIŞT

Li cîhanê DAIŞ ji xetertirîn komên çeteyan e. sala 2014`an rûberên fireh li Sûriyê û Iraqê kontrol kir û Dewleta Xîlafetê ragihand. Hêzên Sûriya Demokratîk QSD di Bihara 2019`an de ew rêxistina ku qaşo xwe weke Dewleta Xîlafetê bi nav dikir, rûxand û berbelav kir. Cihê herî dawî ku DAIŞ lê hate tunekirin Baxoz ya gurndewarê rojhilatê Dêrazorê bû.

DAIŞ`ê bi deh hezaran jin, zarok û çete li dû xwe hiştin. Ew ji zêdetirî 50 welatên li seranserî cîhanê ne. Niha malbatên DAIŞ`ê li kampên Hol û Roj dimînin. Ji ber hejmara zêde ya malbatên çeteyên DAIŞ`ê ev kamp bûye xetertirîn kampên li cîhanê.

Kampa Holê di destpêka sala 1991`an de ji bo pêşwazîkirina penaberên Iraqê piştî şerê Kendavê ji hêla Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan bi hevkariya hikumeta Şamê hate avakirin. piştî mudexeleya Amerîkayê di Iraqê de sala 2003`yan deriyên kampê ji bo pêşwazîkirina penbarên Iraqê careke hate vekirin. Di aloziya Sûriyê de çeteyên DAIŞ`ê kamp xistin bi kontrola xwe, ji ber ku li nêzî sînorên Sûriyê-Iraqê ye. DAIŞ`ê bi vê yekê hegemonya xwe li ser herêmên ku ji her du welatan desteser kiriye, ferz kir û ji wir êrişî herêmê kir.

QSD`ê di navîna Mijdara 2015`an de herêma Holê tevî kampê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û koçberên sûrî yên ku ji şerên di navbera hikumeta Şamê û komên çeteyên dewleta Tirk de, direvîn pêşwazî kirin û di kampê de bi cih kirin. Piştre bi destpêkirina şerên rizgarkirina Musilê di Cotmeha 2016`an de, penaberên Iraqê berê xwe dan kampê.

HEJMARA NIŞTECIHÊN KAMPA HOLÊ

Dema ku QSD ber bi tunekirina DAIŞ`ê ve diçûn, malbatên çeteyên DAIŞ`ê jî xwe radestî wan dikirin, QSD`ê ew vediguhestin kampê.

Li gorî daneyên dawîn ên Rêveberiya Kampa Holê, 16 hezar û 404 malbat hene û hejmara kesan jî 60 hezar û 351 in û bi vî awayî ne;

Hejmara penaberên iraqî 30 hezar û 738 kes in, hejmara malbatan 8 hezar û 256 in.

Hejmara koçberên sûrî 21 hezar û 58 kes in, hejmara malbatan 5 hezar û 619 in.

Hejmara penaberên DAIŞ`î yên biyanî 8 hezar û 555 jin û zarok in, hejmara malbatan 2 hezar 529 in.

DADGEHÊN HESBE Û PERWERDE

Li gorî rayedarên Kampa Holê ji dema ku jin û zarokên DAIŞ`ê li kampê bi cih bûne yanî ji Sibata 2019`an û vir ve, nesekinîne her tim di nava tevgerê de ne, hinek ji wan hewl didin ji kampê birevin, hinek hewl didin malbatên din li gorî fikrê DAIŞ`ê bi rêxistin bikin û hinek ji wan jî hewl didin wan malbatên ku dixwazin xwe ji fikrê DAIŞ`ê rizgar bikin, yan îşkence dikin yan jî dikujin.

Jinên DAIŞ`î ji bo parastin û vejandina fikrê DAIŞ`ê, malbatên di nava kampê de bi rêxistin dikin, dadgehên şeriî ava dikin û zarokan fêrî fikrên DAIŞ`ê dikin.

Jinan ji bo perwerdekirina zarokan li ser fikrê DAIŞ`ê û muhesebekirina kesên ku dixwazin ji fikrê DAIŞ`ê dûr bikevin, komên bi navê "Hisbê" ava kirin. her wiha ji bo ku çavdêriya bûyerên kuştin û hewldanên revê bikin.

Hejmara bûyerên kuştinê û hewldanên revê ji Kampa Holê bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de, her wiha piştî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li gundekî Idlibê yê li nêzî sînorên Sûriyê-Tirkiyê, zêde bûn.

SÛCÊN KUŞTINÊ Û HEWLDANÊN REVÊ

Malbatên DAIŞ`ê gelek ziyan gihandin koçberên sûrî û penaberên Iraqê; 24 bûyerên kuştinê, 11 hewdanên kuştinê, 506 bûyerên şewitandina konan û 700 hewldanên revandinê. Ev bûyer di salekê de hatine pêkanîn.

Hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sînordarkirina van sûcan, di 10`ê Hezîrana sala borî de, operasonek lêgerînê ya fireh li kampê meşand.

Ruxmî ku tedbîr jî hatin girtin, lê têrê nekir ku bûyer li kampê rawestin. Di 13`ê Tebaxa sala borî de, komek mêr ku cilên jinan li xwe kiribûn di beşa yekemîn a penaberên Iraqê de êriş kirin, di encamê de 3 penaberên iraqî birîndar bûn.

Di sala duyemîn de ji dema ku malbatên DAIŞ`ê di kampê de bi cih bûbûn, 49 bûyerên kuştinê li dijî penaber û koçberan û heta jinên DAIŞ`yê yên biyanî pêk hatin. Bi vê awayî hejmara buyerên kuştinê di nava 2 salan de gihaşt 73`iyan.

Du jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn termê 2 penaberên iraqî û penaberekî iraqî û jineke sûrî ku birîndar bûbûn di beşa yekemîn a kampê de dîtin ku bi guleyan hatibûn kuştin û birîndarkirin.

ꞌKOÇBERÊN SÛRÎ HATIN DERXISTIN DA KU RASTÎ XETERIYÊ NEYÊNꞌ

Ji bo ku penaberên sûrî dûrî xeteriya li kampê bikevin, Rêveberiya Xweser malbatên sûrî bi kefaleta rûspiyên eşîran ji kampê derxistin. Hejmara kesên derketine gihaşt 4 hezar û 789 kesan. Ew bi rêya bernameya Rêwîtiya Veger de bi 27 rêwîtiyan hatin derxistin.

Ji bo temamkirina xebatên dûrxistina koçberên sûrî ji xeteriya DAIŞ`ê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di 14`ê Cotmeha 2020`an de biryara bi hejmar 146`an derxist. Li gorî wê malbatên sûrî yên koşber ku li kampê dimînin heke bixwazin piştî temamkirina tedbîrên pêwîst, dikarin ji kampê derkevin û vegerin warên xwe.

Ev biryar di civîna 5`ê Cotemeha 2020`an ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Kar û Barên Civakî û Desetya Hundirîn de li dar ketiye, hate girtin. Li gorî Rêveberiya Kampê li gorî pergala kefaletan hejmara kesên ku ji kampê derketine gihaşt 6 hezar û 986 kesan.

ꞌPAŞGUHKIRINEKE NAVNETEWEYÎ HEYE Û JI BO PÊŞEROJÊ XETERÎ HEYE

Di demeke wiha de ku dosya malbatên çeteyan li dar e, DAIŞ`î di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û her çiqas Rêveberiya Xweser û QSD`ê bang li aliyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabe ji ber ku ev yek ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pêk ve xetere ye, lê dîsa jî civaka navneteweyî tu bê helwest e.

Li aliyekî din jî kiryarên li Kampa Holê tê kirin û xeteriya ku dibe malbatên çeteyan di pêşerojê de çêbikin, lê dîsa jî welatên ku ev çete hemwelatiyên wê ne, red dikin ku welatiyên xwe bigirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li Koalîsyona Navneteweyî û dewletên ku ev DAIŞ`î ji wir in ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ`iyan ava bikin, lê civaka navnetweyî der barê çareseriya vê pirsgirêkê de tev nagerin û roj bi roj ev pirsgirêk mezintir dibe.

ꞌDOZEKE HEVBEŞ Eꞌ

Di dawiya 24`ê Çileya derbasbûyî de Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihandibû: Doza Kampa Holê û êşa wê di navbera me, civaka navneteweyî û tevahiya cîhanê de di nav Neteweyên Yekbûyî (NY) de dozeke hevbeş e. Ji ber vê yekê divê piştgiriya çareseriya vê dozê bikin û alîkariya derxistina bi hezaran kes ji nava tundrewan û terorîstan bikin.”

Her wiha rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kiribû ku rêxistinên navneteweyî piştgiriya hewldanên Rêveberiya Xweser nakin ku dawî li vê pirsgirêkê û tundrewan bîne.

Li kampê hîn jî jinên DAIŞ`î sûcên qetilkirina penaberan dikin û hewldana revê dikin, ev jî isbat dike ku hîna xeteriya Kampa Holê heye û dibe ku ji bin kontrolê derkeve.

Çavdêr dibêjin ku ger Kampa Holê ji bin kontrolê derkeve dê xeteriyeke pir mezin bi xwe re bîne, ji ber malbatên DAIŞ`ê kesên tundrew in û ev jî bandoreke neyînî li mirovahiyê dike.

(şx-ev)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uTzPTQI1L7Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>