Çeteyên dewleta Tirk gundekî bakurê Minbicê hedef digirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê El-Hoşeriyê yê bakurê bajarê Minbicê bi çekên navîn hedef digirin.

Çeteyên dewleta Tirk gundekî bakurê Minbicê hedef digirin
9 adar, 2021   13:35
MINBIC

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên bi navê “Diri El-Firat” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê El-Hoşeriyê hedef digirin.

Navendê destnîşan kir ku çete bi çekên navîn êriş dikin, lê tu detayên din parve nekirin.

(cx)

ANHA