Çavkaniyekî rûsî: Lavrov dê sibe li Dohayê bi Çavuşgolu re bicive

Çavkaniyekî rûsî ragihand ku Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê sibe li Qeterê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşgolu re bicive.

Çavkaniyekî rûsî: Lavrov dê sibe li Dohayê bi Çavuşgolu re bicive
9 adar, 2021   13:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku Wezîrê Derve yê Rûsya bi mîrê dewleta Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî re bicive. Her wiha Lavrov dê bi hempîşeyê xwe yê Qeter Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî re dan û standinan nîqaş bike. 

Wezareta Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku Lavrov dê di dîroka navbera 8 û 12`ê Adarê de serdana Îmaratê bike û dê bi mîrê Abu Dhabi Şêx Mihemed Bin Zayid û wezîrê derve Şêx Abdullah Bin Zayid re bicive. Her wiha dê serdana Erebistana Siûdî bike û tê payîn ku bi mîr Mihemed Bin Selman û wezîrê derve mîr Feysel Bin Ferhan re rûne.

 (şx)