Biden di 8`ê Adarê de du generalên jin di fermandariyên leşkerî de erkdar kirin

Serokê DYA`yê Joe Biden di Roja Jinan a Cîhanê de du generalên jin di fermandariyên leşkerî de erkdar kirin.

Biden di 8`ê Adarê de du generalên jin di fermandariyên leşkerî de erkdar kirin
9 adar, 2021   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden generala hêzên hawayî Jacqueline Van-Ofost di fermandariya veguhastina lojstîk Transcom erkdar kir ku di artêşê de jina yekemîn e ku bilindtirîn payeya bi 4 stêrkan girtiye.

Rojnameyê diyar kir ku Biden generala bi sê stêrkan Laura Richardson di fermandariya leşkerî ya başûr Southcom erkdar kir. Her wiha bi bîr xist ku ev general dema dest bi erka xwe bike dê stêrka çaremîn bi dest bixe.

Heke Senatoya Amerîkayê vê erkdarkirinê erê bike, dê her du jî bibin duyemîn û sêyemîn jinên di dîroka DYA`yê ku mîna van erkan bi dest dixin.

Biden di xîtaba xwe de ya li Senatoyê bi beşdariya her du generalan got: “Îro Roja Jinan a Cîhanê ye û divê em destkeftiyên her duyan jî teqdîr bikin."

(şx)