Polîsên Rûsyayê li Dirbêsiyê li erebeyeke sivîlan xist û bi xemsarî rêya xwe dewa kir

Panzêreke polîsên leşkerî yên Rûsyayê li nêzî sînorê navçeya Dirbêsiyê li erebeyeke sivîlan xist û rêya xwe dewam kirm, bêyî ku xema silametiya sivîlan bixwe.

Polîsên Rûsyayê li Dirbêsiyê li erebeyeke sivîlan xist û bi xemsarî rêya xwe dewa kir
9 adar, 2021   09:40
 HESEKÊ

Îro dema ku erebeyeke 3 sivîl tê de bûn li nêzî xaçrêya gundê Şêrik (13 km rojavayê navçeya Dirbêsiyê) li ser rê bû, bûyer qewimî.

Li gorî agahiyan, panzêra Rûsyayê berê xwe dida gel hêzên artêşa Tirk a dagirker da ku bi hev re li gundewarê Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyekê bimeşînin.

/ar/uploads/files/2021/03/09/091357_aiderbasea-9-3-2021-dhs-mdanen-28129.webp

Di bûyerê de tenê zirarên madî çêbûn û tu kes birîndar nebû.

Xwediyê erebeyê Nezîh Oskan dibêje ku erebeya wî 5 metreyan dûrî panzêra Rûsyayê bû..

Polîsên Rûsyayê piştî bûyerê ranwestiya û bêyî ku ji silametiya kesên di erebeyê de piştrast be rêya xwe temam kir û berê xwe da gel hêzên artêşa Tirk a dagirker.

(cx)

ANHA