MSD'ê ji ber wefata ronakbîr Hesan Ebas peyama sersaxiyê weşand

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji ber wefata ronakbîr û mûxalifê sûrî Hesan Ebas peyama sersaxiyê weşand.

MSD'ê ji ber wefata ronakbîr Hesan Ebas peyama sersaxiyê weşand
8 adar, 2021   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di peyama sersaxiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ku li ser malpera xwe weşandiye de wiha hate gotin:

"Bi xemgîniyekê me agahiya koça dawîn a nivîskar, ronakbîr û mûxalifê sûrî Hesan Ebas bihîst,  ku roja Yekşema borî li bajarê Dubey wefat kiriye.

Ebas ji çîna opozîsyona demokratîk, çalakgerê tevgera sivîl a çandî bû, her wiha hezkiriyê dozên şênî, edalet, azadiyên bingehîn û demokratîk bû.

Bi koça wî ya dawîn, tevahî sûriyan meqameke mezin ku rêz ji hemû nasnameyên Sûriyê digirt winda kir, kesayeta Ebas kesayetekî têkoşer e û ji bo rêgeza welatiya rasteqîn li welat tê dikoşî.

Em sersaxiya malbat, hevrê û hezkiriyê wî dikin."

Li gel wê jî rojnameger, çalakger û rewşenbîrên sûrî bi mirina Hesan Ebas ê ku duh li bajarê Dubey bi penceşêr bi temenê 66 wefat kiriye, xemgîn bûn.

Ebas ji kesayetên opozîsyonerê hem beriya şoreşê hem jî piştî şoreşê yê her girîng bû, rola wî di tevgera sivîl a çand ji salên 90’î de hebû, beşdarî komxebatên bihara Şamê bû, damezrînerê platforam çandî bû û di damezrandina komeleya Sûriyê ya hemwelatîbûnê û Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyê de jî beşdar bû.

(fr)

ANHA