Li Tebqayê şahiya 8'ê Adarê hate lidarxistin

Bi dirûşmeya" Meşa Hind û Seida meşa me ye, soza wan soza me ye" Rêveberiya Jinan a Tebqayê şahiyek li dar xist.

Li Tebqayê şahiya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Tebqayê şahiya 8'ê Adarê hate lidarxistin
7 adar, 2021   16:11
TEBQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê de ku îşaretê bi şoreşa jinan a Ii dijî bindestiyê dike, Rêveberiya Jinan a Tebqayê şahiyek li bajarê Werzîşê "Medînet El-Riyada" li dar xist.

Bi sedan jinên ji bajêr, endamên rêveberiyên sivîl û leşkerî, meclis û partiyên siyasî yên li bajêr bi çil û bergên foklorîk tev li şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Rêveberiya Jinan, Meclisa Rêveber, Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê axivîn.

Kesên axivîn roja 8`ê Adarê li tevahiya jinên Sûriyê û bi taybet li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin, şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Dûvre gelek paragraf hatin pêşandan, ji wan stranên foklora Çerkesî, govendên foklorîk û stranên gelerî. Şahî bi govendan bi dawî bû.

(eh)

ANHA