Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke nû bi merasîmekê bi dawî kir.

Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
8 adar, 2021   15:31
MINBIC

Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco, hevseroka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Firyal Hesen, fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê, Komîteya Hundirîn a Minbicê û bi dehan malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Dewreya perwerdeyê ku 57 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlê bibûn, bi navê Şehîd Mistefa Mûsa hatibû vekirin. Dewre 55 rojan dewam kir û waneyên leşkerî, fikirî û siyasî hatin dîtin.

/ar/uploads/files/2021/03/08/141852_aly-hjw.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Dseteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco axivî û got: "Meha Adarê xwedî cihekî mezin di dîroka gelê me de ye, ji ber ku meha cejn, serhildan û berxwedan û serkeftinan e."

Heco qedandina dewreyê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku serkeftinên ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî hêzên tarî û terorîst bi dest xistine, berhemên fikirê neteweya demokratîk e.

/ar/uploads/files/2021/03/08/141829_fryal-hsn.webp

Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feryal Hesen jî qedandina dewreyê li endama pîroz kir û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Firyal Hesen got: "Îsal sala têkoşîn û azadiyê ye, em bi têkoşîna xwe ya di hemû qadan de ji bo pêkanîna azadiya jinan em ê şer, tundî û qirkirinên li ser jinan bi dawî bikin."

Endamên tev li perwerdeyê bibûn, sonda leşkerî xwarin û soza parastina destkeftiyên şehîdan û nirxê neteweya demokratîk dan.

Di dawiya merasîmê de endaman bawernameyên derçûnê girtin.

Şehîd Mistefa Mûsa yên ku navê dewreyê hilgirt, sala 2016'an di pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûbû.

ANHA