Rojnameyên erebî: Hikumeta nû ya Lîbyayê li ber erêkirinê ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî siyaseta DYA`yê li Sûriyê û aloziya Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hikumeta nû ya Lîbyayê li ber erêkirinê ye
8 adar, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

 BIDEN, AIMEE CUTRONA DI MECLISA EWLEKARIYÊ NETEWEYÎ DE ERKDAR KIR ".

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Rêveberiya Biden, Aimee Cutrona ya esil ji Sûriyê wekî nûnera taybet ya demkî ji bo Sûriyê di Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî de û alîkara cîgirê wezîrê karên derve ya kar û barên Rojhilata jêrîn, erkdar kir.

Koşka Spî diyar kir ku Aimee Cutrona di xebatên dîplomatîk ên DYA`yê li herêmê de pirspor e. Ev biryar piştî demeke kin ji hatina Biden ser desthildatê pêk hat.

Aimee sala 1999`an dest bi jiyana xwe ya pîşeyî kir û yekem erk li Adîs Ababa girt. Ji wê demê ve wekî berpirseke siyasetê li baylozxaneyên li Salvador, Qeter û Misirê kar kir. Ji salên 2016 û heta 2019`an jî cîgirê serokê şandeya li Behreynê bû.

Aimee Cutrona di xebatên dîplomatîk ên Rojhilata Navîn de pirspor e, wê siyaseta DYA`yê li Iraq, Tunis û Cezayêrê bi rê ve dibir. Her wiha li ser têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan û xurtkirina dozên jinan ên navneteweyî, kar kir.”

 HIKUMETA EL-DEBÎBE LI BER ERÊKIRINÊ YE, LÊ METERISIYÊN TALOQKIRINÊ HENE

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Hikumeta nû ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe îro li ber erêkirina parlamantoyê ye. Lê belê metirsî hene ku di saetên dawiyê de rûniştina parlamantoyê bê astengkirin.”

Parlamanterên Lîbyayê berê xwe didin bajarê Sêrtê ku dê rûniştina giştî ya parlamantoyê ya ji bo erêkriina hikumetê, lê bê lidarxistin. Roja yekşemê serokê parlamantoyê Eqîle Salih tevî hejmareke parlamanterên rojhilatê welêt gihaştin bajarê Sêrtê, her wiha hejmareke parlamanterên rojavayê welêt ber bi Sêrtê ve hatin û beriya wan jî hejmareke endamên parlamantoyên ji gelek herêmên Lîbyayê hatin bajêr, da ku beşdarî rûniştina erêkirina hikumetê bibin.

Ev hikumet rastî gelek astengiyên girêdayî hesabên hundirîn û herêmî tê.

Lê tevî wê yekê jî li gorî hin daneyên beriya rûniştina giştî ya parlamantoyê hatine dayîn, nîşaneyên “erênî” hene ku dê hikumeta nû bi dengên pir bê erêkirin.”

(cx)