Welatiyekî Efrînê hûrgiliyên sûca qetilkirina bavê xwe eşkere kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên şer li dijî şêniyên Efrînê yên resen berdewam dikin. Hêzên dagirker 4 şêniyên Kurd revandin û kalemêrek bi navê Şêxmûs Qasim di bin îşkenceyê de qetil kir, lê kurê wî û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê hin hûrgiliyên qetilkirina Qasim eşkere kirin.

Welatiyekî Efrînê hûrgiliyên sûca qetilkirina bavê xwe eşkere kir
8 adar, 2021   08:05
HELEB-MIHEMED EBDO

Mesûd Qasim kurê şêniyê efrînî yê bi navê Şêxmûs Qasim Mistefa  (65) ê ji şêniyê gundê Mîdan Ikbesê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî, behsa revandina bavê xwe û îşkenceya ku di girtîgehên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî de lê hatiye kirin, kir û wiha got: "Bavê min di bin îşkenceyê de bi destê çeteyên Firqet El-Hemzat û Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî arêtşa Tirk a dagirker di 05.03.2021’an de hate qetilkirin."

/ar/uploads/files/2021/03/08/073257_altqat.webp

Mesûd Şêxmûs Qasim, koçberê Efrînê û yê li ku li Helebê bi cih bûye ji ajansa me re behsa hûrgiliyên sûca ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bavî wî yê kalemêr kirin, kir.

/ar/uploads/files/2021/03/08/073321_msawd-shykh-mws-qasm-28329.webp

Mesûd Şêxmûs Qasim got: "Ji dema dagirkirina kantona Efrînê ji hêla arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de du caran bavê min hate revandin. Bi belavbûna sûcên revandinê yên piştî dagirkirina Efrînê re, çeteyên El-Hemzat bavê min revand û 200 hezar lîreya Sûriyê wek fîdye jê xwest."

Lê di cara duyemîn di 02.03.2021’an de bû, bi dest heman çeteyan û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dîsa Şêxmûs hate revandin û li gorî Mesûd vê carê çeteyan 2 milyon lîreya Sûriyê wek fîde jê xwestiye.

Mesûd di vê çarçoveyê de wiha gotina xwe berdewam kir: "Min û birayên xwe got em ê vê pereyan kom bikin, da ku bavê me bi aştî vegere mala xwe. Lê piştî 3 roj di ser revandinê re derbas bûn, çeteyan bavê min di bin îşkenceya tund û hov de qetil kir."

Mesûd wiha axivî: "Li gorî xizmên me yên ku niha li gund in, bavê min tevî komeke ji şêniyên Efrînê yên resen hate revandin, lê ez navên wan 4 kesên dîtir ku hatine revandin nizamin , lê bi destê çeteyan di heman îşkenceyê re derbas dibin."

Mesûd texmîn kir ku sedema qetilkirina bavê wî ew e ku çeteyan piştî 700 darên zeytûnê, mal û pere wergirtin, çav berdan milkên bavê wî.

ÇÎROKEKE DIN

Der barê dosyaya binpkirin û sûcên li Efrînê de, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser sûca ku li dijî Şêxmûs Qasim pêk hatiye ev agahî parve kir: "Li gorî daneyên ku bi dest me ketine, çeteyên koma Feyleq El-Şam û ewlehiya wê kalemêrê bi navê Şêxmûs revandiye û bi destê çeteyê bi navê Selîl Xalidî ku serçeteyê Feyleq El-Şamê e hatiye îşkencekirin."

/ar/uploads/files/2021/03/08/073133_ibrahym-shykhw.webp

Têkildarî veşartinê, Şêxo da zanîn ku desthilatên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cenazeyê Şêxmûs Qasim wergirt û nehişt xizmên wî, wî veşêrin, da ku nîşaneyên îşekenceyê eşkere nebin.

Şêxo destnîşan kir ku berpirsê girtîgeha Raco yê ku Şêxmûs revandiye, bi navê Raid Eymen Qebai ye û bi qetilikirina Mihemed Henîf Hisên ê ji gundê Bilîlko di 09.09.2019’an de hatiye tawanbarkirin.

Der barê navên revandiyên ku bi Şêxmûs re bûn de, Şêxo wiha got: "Me tenê navên 2 revandiyan bi dest xistin, Şêmxûs Qasim, Seîd Murcane, Mihemed Hac Şêxo û yê çaremîn navê wî nehat zanîn."

Îbrahîm Şêxo behsa mijara zêdekirina sûcên qetilkirin û revandinê yên li herêmên dagirkirî kir û wiha bi dawî kir: "Sûcên revandinê li herêmên dagirkirî çi li Ezaz, Cerablusê dibe, çi li Efrînê dibe zêde bûn û dûbare dibin, heta çete revandinê ji xwe re karekî dibînin û pê malbatên revandiyan şantaj dikin, da ku pereyan bixwazin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8vTcDYitmkY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>