Li Dêrazorê çekdarên ku sûcê kuştinê pêk anîn, hatin kuştin

Li gundewarê bakurê Dêrazorê du çekdar, dema ciwanekî li pêşiya mala wî qetil kir, beriya ku birevin ji aliyê malbata wî ciwan ve hatin kuştin.

Li Dêrazorê çekdarên ku sûcê kuştinê pêk anîn, hatin kuştin
7 adar, 2021   19:31
DÊRAZOR

Du keşên çekdar ku li motorsiklêteke siwar bûn, bi demançeya bêdeng ciwanê bi navê Qasim El-Eftan li pêşiya mala wî kuştin.

Bûyer vê êvarê li pêşiya mala El-Eftan a li gundê Ezba yê bakurê bajarê Dêrazorê pêk hat. Qasim El-Eftan ji bajarê Xeşam e û bi malbate xwe re koçberî gundê Ezabayê kiriye.

/ar/uploads/files/2021/03/07/184943_mnashyt.webp

Li gorî agahiyên ku şahidan dane ANHA'yê, çekdar piştî ku sûc pêk anîne, hewl dan birevin, lê xizmekî ciwan ku erebeya xwe diajot, çekdar dît û bi erebeyê pêlî wan kir.

Di encamê de çekdarek hate kuştin û  yê din bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyan diyar kir ku çekdarê birîndar rakirin nexweşxaneya Cedîda Begara û li wir ji aliyê birayê mexdûr ve hate kuştin.

Li gorî agahiyên destpêkê ku ji şêniyan hatine girtin, çekdar ji bajarokê Merat in û ji şaneyên terorîst ên girêdayî hikumeta Şamê ne.

ANHA