Şêniyên Til Temirê yên li nêzî eniyên şer ji neçarî gundên xwe berdidin

Şêniyên gundê Til Gerabît ê rojavayê Til Temirê yê nêzî eniya şer, diyar kir ku ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine nêzî gund, ewlekarî û aramî nemaye û piştrast kir ku ji neçarî koçber dibin.

Şêniyên Til Temirê yên li nêzî eniyên şer ji neçarî gundên xwe berdidin
7 adar, 2021   08:27
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji zêdetirî sal û nîvekê ve, şêniyên bi dehan gundên li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re, bi sedema xetere û bêewlehiyê azaran dikişînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dem bi dem gundên wan topbaran dikin. Bi wê re şênî di metirsiyê de ne û dema êriş dijwar dibin, koçber dibin. Her wiha kehrebe û av bi dijwarî digihêje wan gundan.

Li gundên rojava, başûrê rojavayê navçeya Til Temirê ya Hesekê sûcên rojane hene, jê jî qutkirina avê, kehrebe û nehiştina çandina zeviyan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve.

Ajansa me, xwe gihand gundê Til Gerabît ê li rojavayê Til Temirê yê li nêzî herêmên dagirkirî da ku nêrînên şêniyên li wan gundan û azarên rojane bişopîne.

Ji şêniyên gundê Til Gerabît Xidir Salim El-Hişî got: "Gundê me li eniya şer e, azarên me zêde ne, ji ber ku pêdiviyên jiyanê tune ne û em nikarin xwe bigihînin zeviyên xwe."

El-Hişî wiha domand: "Bi sedema nêzbûna gundê me ji eniya şer re, metirsiya me mezin e û dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gund dijwar dibin, car caran em koçber dibin, lê dema hêdî dibe em careke din vedigerin malên xwe."

El-Hişî di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku dagirkerî û çeteyên wê ji herêmê derxin û aramiyê lê vegerînin û alîkariya wan bikin.

Li aliyekî din jî Dera Mihemed El-Elî yê ji heman gundî ye, wiha got: "Bi sedema sûc û topbaranên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên derdora me, em nikarin di malên xwe de razên."

Elî wiha gotina xwe berdewam kir: "Beriya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî herêmê bibin, em ewle û aram dijîn, lê niha rewşa me trajedî ye. Em li gundan wek miriyan dijîn."

Têkildarî mijarê Ayşa Ehmed jî wiha axivî: "Li gel rewşa me ya dijwar, tu kes alîkariya me nake, tu rêxistinekê serdana gundê me nekiriye û alîkarî jî pêşkêş nekiriye."

Ayşa Ehmed diyar kir ku ew şêniyên gundên li eniyên şer pişta xwe didin çandiyê, lê niha beşek ji xaka wan di bin serweriya dagirkerî û çeteyên wê de ye û beşek jî nêzî eniyên şer e.

Ayşa Ehmed piştrast kir ku hema bêje gund dorpêç e û tu kes bi hêsanî nikare xwe bigihîne gund, ji ber ku nêzî eniyên şer e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Heke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gund topbaran kirin, em ji gund bi derdikevin û berê xwe didin keviyên Xabûrê, ji ber tu cih tune ye ku em berê xwe bidinê.”

(fr)

ANHA