Rojnamevan: Divê çapemeniya Başûrê Kurdistanê rastiya Îtîlafê eşkere bike

Rojnamevanan diyar kir ku pêwazîkirina çeteyên Îtîlafê li Hewlêrê dê bandorên neynî li gelê Kurd bike û gotin: "Dayîna derfetê ji çeteyê bi navê Nesir El-Herîrî re ku êrişî Rojava bike û gelê wê bike, nîşaneya siyaseta Başûrê Kurdistanê û serweriya wê li ser çapemeniyê ye.”

Rojnamevan: Divê çapemeniya Başûrê Kurdistanê rastiya Îtîlafê eşkere bike
7 adar, 2021   08:07
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bertekên gelê Kurd li hemberî serdana çeteyê "Îtîlafa Nîştimanî ya hêzên şoreş û opozîsyona Sûriyê" ji Başûrê Kurdistanê re û hevdîtina wî bi kesayetên berz û di serî de serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re, zêde dibin.

Nesir El-Herîrî di parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê de, êrişî QSD’ê û Rêveberiya Xweser kir. Çapemeniya Başûrê Kurdistanê, nûçegihanên kanalên wê û hikumeta wê li hemberî daxuyaniyên wî bêdeng û bêhelwest man.

Ji ber El-Herîrî daxuyanî li paytexteke kurdî dan, hêrsa gelê Kurd zêdetir bû.

Têkildarî bandorên serdanê, gelek rojnamegerên navçeya Til Temirê ku rojane rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê, ji ANHA`yê re axivîn.

Nûçegihana NUJINHA`yê Sorgul Şêxo diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û kesayetên wê yên payebilind di 2’yê Adarê de, Nesir El-Herîrî pêşwaz kirin û wiha domand: “El-Herîrî kujerê Kurdan e, destên wî di qetilkirina Hevrîn Xelef, Barîn, Avêsta û yadê Eqîde de heye.  Ev pêşwazîkirin jî cihê şermê ye."

Sorgul destnîşan kir ku diviyabû hikumeta Başûrê Kurdistanê terorîstan li ser xaka xwe pêşwaz nekiriba, ji ber ku ew baş dizane ku Îtîlaf û çeteyên wê heta niha çi sûc pêk anîne û hîna pêk tînin.

Sorgul li ser bêbersivdayîna rêveberên Başûrê Kurdistanê û çapemeniya wê li hemberî daxuyaniyên El-Herîr û êrişkirina wî li ser Rêveberiya Xweser, QSD’ê û gelên herêmê û pênasekirina wan bi terorîstan, mixabîniya xwe anî ziman.

 ‘DIVÊ BARZANÎN BI BERJEWENDIYÊN GELÊ KURD BIFIKIRE’

Sorgul diyar kir ku gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi coş li benda pêkanîna yekitiya Kurdî bû, lê belê piştî serdana çete Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re hêviyên gel têk çûn û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Diviyabû Mesûd Barzanî bi berjewendiyên gelê Kurd, yekitiya kurdî, parastina destkeftiyên gel û êrişên li dijî Kurdan pêk tên bifikiriya û dijminê gelê Kurd li ser xaka xwe pêşwazî nekiriba. Ji ber ku El-Herîrî û kesên wekî wî, li her derê dijminahiya Kurdan dikin.”

‘ÇAPEMENÎ HATIYE POLÎTÎZEKIRIN’

Sorgul Şêxo diyar kir ku ger dijminên Kurdan bixwazin gelê Kurd derbe bikin, berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û bi Mesûd Barzanî re dicivin û bi domadarî wiha got: “Ji bo derbekirina parçeyekî din ê Kurdistanê, berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Çapamenî û kanalên wan jî polîtîzekirî ne, mînaka herî ber bi çav a wê yekê şopandina çapemeniya Başûrê Kurdistanê ji serdana El-Herîrî re û paşguhkirina sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li dijî gelê Kurd tên kirine.”

 ‘RÛNIŞTINA BI TERORÎSTAN RE’

Sorgul Şêxo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ger hikumeta Başûrê Kurdistanê û serokên wê idîa dikin ku ew Kurd in û parêzvanên doza kurdî ne, divê El-Herîrî wekî terorîst bibînin. Ji ber ku  wan gelê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi darê zorê da koçberkirin. Divê hikumeta Başûr destkeftiyên Kurdan biparêze û hêviyên wan pêk bîne.”

 ‘BANDORÊN MEZIN’

Nûçegihanê kanala Rojava, Samir Yasîn jî têkildarî mijarê got: "Serdana çeteyê Îtîlafê ji Başûrê Kurdistanê re dê bi xwe bandorên neynî yên mezin bîne. Ji ber ku serdan hemwextî hewldanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên yekkirina refa kurdî, pêk hat."

 ‘BINAVKIRINA QSD’Ê BI TERORÊ, TÊ WATEYA BINAVKIRINA PÊŞMERGEYAN JÎ BI TERORÊ’

Yasîn wiha domand: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê di 2015’an de ragihand ku ew piştgiriya YPG’ê û YPJ’ê dike û hêzên Pêşmerge şandin Kobanê. Lê dema El-Herîrî ji parlamentoya wê QSD’ê bi terorê bi nav dike, ev tê wateya ku El-Herîrî pêşmergeyan jî bi terorê bi nav dike. Ji ber her du hêzan di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştgiriya hev kir."

‘ NIXUMANDINA ÇAPEMENIYÊ, SIYASETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIŞTRASTA DIKE’

Yasîn di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku kanalên Başûrê Kurdistanê baş dizanin ku Îtîlafê û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi kirine û bi rêya şopandina wê ji şerên li herêmê re şahidiya sûcên wan kirin û wiha lê zêde kir: “Lê belê, em dibînin ku çapemeniya Başûrê Kurdistanê sûcên ku Îtîlafê û çeteyên wê pêk anîne, dinuximîne.”

Yasîn daxuyand ku rojnamevanên Başûrê Kurdistanê tu bersiv nedan daxuyaniyên El-Herîrî yên êrişkirina gelê Rojava û hêzên wê yên leşkerî, ev yek jî siyaseta Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe û serweriya wê ya li ser çapemeniyê, piştrast dike.

 ‘YEKITIYA KURDÎ PÊŞEROJA SÛRIYA PÊŞEROJÊ YE’

Samir Yasîn li dawiyê peyamek ji ENKS’ê re şand û got: "Divê ENKS’ê ji berjewendiyên xwe yên şexsî dûr keve û bi berjewendiyên gelê Kurd bifikire. Divê dûrî Îtîlafê be û li diyaloga ENKS’ê û PYNK’ê vegere. Ji ber ku ew pêşeroja Kurdên li Sûriyê ye. Bi yekitiya kurdî em  dikarin pêşeroja Sûriyê ava bikin, ne bi Îtîlaf û yên wekî wê.”

(fr)

ANHA