Hezkiriyê Hewlêrê; Nesir El-Herîrî kî ye?

Ew bû, yê ku bi perspektîfên hikumeta Şamê rapora zarokê bi navê Hemze El-Xetîb amade kir û li dijî endamên "Desteya Bilind a Danûstandinan" sekiniye.  Gelê Sûriyê wî bi "Desteya bazirganiyê" bi nav dike. Gotinên wî ji bo kurdan ji gotinên Erdogan ne dûr in. Nesir El-Herîrî hezkiriyê deshilat û erkan e û Hewlêr jê hez dike.

Hezkiriyê Hewlêrê; Nesir El-Herîrî kî ye?
7 adar, 2021   03:01
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Di salên dawîn de navê Nesir El-Herîrî di nava aliyên opozisyonê de derket. Zilamê ku piştî şorşa Sûriyê dest bi siyasetê kiriye, xwe avêt hembêza dijminê aloziya Sûriyê, bazirganî bi xwîna gelê Sûriyê kir, dagirkirina dewleta Tirk rewa kir û di aliyê gotinan de bûye Tirkekî serketî. Gelo Nesir El-Herîrî kî ye.?

KOKÊN WÎ BAASÎ YE

Nesir El-Herîrî sala 1977`an ji parêzgeha Deraayê ji dayik bûye. Diploma di tiba beşerî de ji zanîngeha Şamê û master di nexweşiyên dil û hundirîn de girtiye. Di dema xwendina xwe de di fakultya tib de tev li partiya Baasê bû.

 ‘RAPORÊN ISTIXBARATÎ Û ŞAXÊN EWLEHIYÊ XWEŞIK DIKE‘

Bi aloziya Sûriyê  re ku di 15`ê Adara 2011`an ji bajarê Deraayê dest pê kir, saziyên ewlehiya yên hikumeta Şamê tundî li dijî xwepêşandêran bi kar anî. Istixbaratên hikumetê di 29`ê Nîsana 2011`an de zarokê bi navê Hemze El-Xetîb (13) dema ku li bajarokê El-Cîza yê girêdayî parêzgeha Deraayê li dijî ambargoya li ser şêniyên Deraayê derketibû li nêzî Seyda ya Horanê, girt.

Piştî demekê cenazeyê Hemze El-Xetîb radestî malbata wî hate kirin. Hikûmeta Şamê komîteya ewlehiyê ji bo keşifkirina cenazeyê Hemze ava kir, li ser vê yekê gazî Nesir El-Herîrî kir ku di wê demê de serokê bijîşkan di nexweşxaneya Deraayê de bû. El-Herîrî rapora li gorî komîteya ewlehiyê jê xwestibû xweşik kir, tevî ku cihê îşkenceyê û guleyên ku di destê wî yê rast û çepê de û yek jî di singa wî de xuya bû û sitûyê wî jî hatibû şikandin, bi cenazeyê hatibû lîstin û organê wî jî hatibû jêkirin û ev yek bi wêne û dîmen hate eşkerekirin û li ser toryên tevna civakî bi awayekî berfireh hate belavkirin.

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê di Adara 2011`an de, Nesir El-Herîrî Sendîqeya Bijîşkên Azad li Deraayê ava kir. Ew wekî serokê bijîşk û dermanfiroşên azad hate hilbijartin. Di Cotmeha 2012`an de ji Sûriyê derket û li kampa El-Zaiterî ya Urdinê bi cih bû, li kampê wekî gerînendeyê kilînkên Erebistana Siûdiyê û Gerînendeyê Nivîsgeha Herêmê ya Desteya Tibî ya Sûriyê, xebitî.

JI BINKETINEKÊ BER BI YEK DIN VE

Nesir El-Herîrî tev li "Desteya siyasî ya îtîlafê" bû. Di 2014`an de wekî sekretêrê giştî yê îtîlafê hate hilbijartin. Di Sibata 2017`an de wekî serokê şandeya "Opozisyona Sûrî" hate hilbijartin û tev li diyalogên Cinêvê heta sala 2018`an bû yan ji danûstandinê (4, 5, 6, 7, 8 û 9) ku tu encama ji bo xizmeta gelê Sûriyê dernexist, bû.

Di Tîrmeha 2020`an de weke serokê "Itîlafa Nîştimanî ya hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê" li şûna Enes El-Ebde hate hilbijartin û heta niha wî karî dike.

El-Herîrî piştî ku hate xuyakirin, berê xwe da dewleta Tirk. Li wir şandeyek li gorî helwestên xwe bi nêrîna Moskovê û dewleta Tirk ku ew pêşwazî kir da ku bibe şahidên derewan û xwestekên gelê Sûriyê binpê bikin, ava kir. Piştî hevdîtina wî bi serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîb Erdogan re nasnameya Tirkî wergirt. Paşê berê xwe da Astana, Cinêvê û Moskovê ku li wir plan kir ku li dijî endamên "Desteya Bilind a Danûstandinan" derkeve, kir. Li wir destek û plan ji Rûsya û Tirkiyê girt da ku li ser derxistina hejmareke mezin ji endamên şandeya Riyadê, bixebite.

Fûad Ebdulezîz di gotareke xwe ya bi navê "Gelo Nesir El-Herîrî sixûr e?" de ku sala 2018'an di malpera "Zeman El-Wesil" de hatibû weşandin dibêje: "Piştî Kongreya Riyad 2, qebûlkirina Nesir El-Herîerî ku ji hevalên xwe yê di kongreya Riyad 1 dûr bikeve û bi tenê serokatiya desteyê bike, ji wê kêliyê ve me hemûyan lawaziya opozisyonê hêz kir. Ev darbeya ku di şevekê de hatibû plankirin, ne ji bo berjewendiyên şoreşê bû, ev gava ji aliyê Nesir El-Herîrî ve tenê ji ber ku aliyên navneteweyî xwezaya vî kesî lêkolîn kirin û cûdayî kesên din ew hilbijartin (El-Hrîrî), ji ber ku nas kirin ku ew ji erk û desthilatê hez dike û bi vê yekê paşguhkirina wî bi temamî hêsan bike, ev yek raste rast piştî bidawîbûna kongreya Soçî de eşkere bû.

Di nimêja ji bo Abdullbasit El-Sarût de (El-Sarût di şerekî bi hêzên Şamê re birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya dewleta Tirk, lê tevî ku birîna wî ne giran bû, lê di rewşên veşartî de mir) Nesir El-Herîrî ji aliyê hejmarek ji ciwanên Sûriyê li mizgefta El-Fatih a bajarê Stanbolê yê Tirkiyê hate qewitandin. Ciwanan tekez kir ku "Desteya Danûstandinan" ji aliyê gelê Sûriyê ve nayê hezkirin, ji ber xwe dispêre dewletên derve weke Rûsya. Beriya wê yekî jî Nesir El-Herîrî ji bajarê Babê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin hate qewitandin û weke "şebîh anku çete" hate binavkirin.

Di xwepêşandanekê de ku di 2020`an de li bajarê Babê hate lidarxistin, beşdaran dirûşme û pankartên bi nivîsa "Ma gelo em ê danûstandinê li ser xwîna şehîdên xwe bikin" û "Desteya bazirganan nûnertiya şoreşgeran nake" hatin hildan.

BAZIRGANIYA BI ŞOREŞÊ

Ji destpêka ku Nesir El-Herîrî di 2017`an de bû serokê "Desteya Danûstandinan", bazirganî bi navê şoreşê hate kirin. Li gorî lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de, herêm li pey herêmê radestî hikûmeta Şamê hate kirin. Destpêkê ji Xûta Rojhilat, Dûma, Deraa û heta Helebê. Fûad Abdullezîz wiha got: "Diyar bû ku civaka navneteweyî dixwaze ji aloziya Sûriyê xilas bibe. Beriya tu pêşketinên leşkerî li ser erdê çêbibin vê yekê dikin. Rûsya di destpêkê de ji opozisyonê xilas bû paşê berê xwe da xakê û dest bi standina wê herêm li pey herêmê, kir."

EL-HERÎRÎ Û KURD

Îtîlfa behsa mijarê ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker re yên ku di 18’ê Adara 2018’an û Girê Spî û Serêkaniyê di Cotmeha 2019’an de dagir kirine, sîwana siyasî û rewabûnek e. Her wiha çeteyan li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcên hovane li dijî şêniyan pêk anîn, jê jî mal û milkên şêniyan dizîn, sûcên herî hov li dijî gelê Sûriyê gişt û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pêk anîn. Ew itîlaf e ku tê de ENKS’ê heye.

Ew itîlaf e ku QSD’ê bi terorê bi nav kir û ji Koalîsyona Navneteweyî xwest ku piştevaniya ji QSD’ê re di hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk rawestînin.

Di Mijdara 2017’an de, bi alîkariya "Itîlafa Sûriyê" di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de girêbestên radestkirin û radestbûna herêmên Sûriyê hatin îmzekirin. Nesir El-Herîrî ku serkêşiya opozîsyona Sûriyê li Cinêvê dikir, ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî xwest ku piştevaniya QSD’ê ku şerê çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê de dike, rawestîne.

'ENDAMÊN ENKS’Ê KARMENDÊN ME NE'

Ji daxuyaniya dawîn a Nesir El-Herîrî tê eşkerekirin ku helwesta wê ji doz û gelê Kurd çi ye. Di Sibatê de bi tiwttekê wiha got: "Em di destûra Sûriyê de zimanê kurdî qebûl nakin û wek hin partiyên Kurd texmîn dikin ku em pê itîraf jî nakin. Lê belê hin kesayetên Kurd di itîlafê de hene ew karmendên me ne û xizmetî welatê xwe Sûriyê dikin û tu têkiliya wan bi mafên siyasî yên Kurd re tune ye."

Îro jî Nesir El-Herîr mêvanê PDK’ê ye û li parlamentoya wê de gefan li Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwe û dibêje ku herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin û hebûna xwe bi ENKS’ê re xurt dike. Her wiha El-Herîrî, hêzên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehî û aramiyê têkoşiyane, bi terorê bi nav kirin. Xîtaba wî û ya Erdogan li dijî mafên kurdan heman e, tenê ew bi erebî diaxive û serokê wî bi tirkî diaxive.

(bx-fr)

ANHA