'Kêmbûna ava Firatê, zirareke mezin dide çandiniyê’

Serokê Beşa Komeleyên Cotkariyê ya gundewarên Dêrazorê destnîşan kir ku ‎kêmbûna rêjeya ava Firatê ya bizanebûn, sûcekî dewleta Tirk a dagirker ê li dijî gelê ‎herêmê ye û zirareke mezin dide çandiniyê.‎

'Kêmbûna ava Firatê, zirareke mezin dide çandiniyê’
7 adar, 2021   07:45
DÊRAZOR

Dewleta Tirk ava Firatê wek çekekê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, ev yek jî dê bi xwe re karesatên jîngehê bîne û gefan li çandiniya li tevahî herêman dixwe.

Dewleta Tirk bi vê yekê qanûnên navneteweyî binpê dike, her wiha peymana ku bi hikumeta Şamê re di 1987’an de ya li ser dayîna 500 metrekab av di çirkeyekê de jî, binpê dike. Lê rêjeya ava çem a niha di çirkeyê de kêmî 200 metrekab e.

Serokê Beşa Komeleyên Cotkariyê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Xelîl Mihemed destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk ên dijminane û gefan li herêmê dixwin ku zirarê bi beşên çandinî û aboriyê bikin û wiha got: "Çemê Firatê damarê sereke yê şêniyan e ku avê hem ji bo xwe hem ji bo çandiniyê bi kar tînin."

Mihemed da zanîn ku dê kêmbûna avê bi xwe re bendava Tişrînê ji xizmetê derxe, tûrbînên kehrebê rawestînin.

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê beriya çend rojan bi bîr xistibû ku rêjeya avê ya bendava Tişrînê ber bi ziwabûnê ve diçe.

Rêveberiyê piştrast kiribû ku qutkirina avê bi zanebûn ji ser şêniyan, binpêkirina qanûnên mirovî û navneteweyî ye û sûcekî şer e û sûcekî li dijî tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember wergirtina ava vexwarinê ye.

Li gorî serokê rêveberiyê Xelîl Mihemed, şêniyên Dêrazorê ji sedî 80 pişta xwe didin çandiniyê ku çavkaniya wan a bingehîn a debara jiyanê ye. Li ser xetereya kêmbûna avê ji çandiniyê re Mihemed ev agahî da: “Dê kêmbûna avê zirarekê bi aboriya herêmê bike, ji ber şênî pişta xwe di çandiya avî de didin ava Firatê."

Mihemed diyar kir ku di bingeh de herêmê di rewşeke krîza aborî re bi sedema kêmbûna nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar, derbas dibe û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Mihemed bang li aliyên pêywendîdar û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê û bikaranîna wê ya avê wek çekekê ji bo şerkirina li dijî gelê Sûriyê rawestînin.

(fr)

ANHA ‎