Hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên çeteyan ên li gundewarên Hemayê kir

Hêzên hikumeta Şamê ji bo kontrolkirina herêmên nû êrişî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir.

Hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên çeteyan ên li gundewarên Hemayê kir
7 adar, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan ên li derdora El-Enkawî ya Sehil Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir û di navbera her du aliyan de şer rû da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hemwextî şer her du aliyan nuqteyên hev topbaran kirin û hêzên hikumetê hewl da ber bi herêmên çeteyan ve bi pêş ve herin. SOHR`ê diyar kir ku agahiyên li ser windahiyên canî yên her du aliyan hene.

Hêzên hikumeta Şamê her wiha deverên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR`ê duh ragihandibû ku ji ber topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarê Erîha yê Idlibê 4 kes birîndar bûne, ji wan 3 zarok in û rewşa hinekan giran e.

Çeteyan jî kombûnên hêzên hikumetê li derdora bajarê Meret El-Nûman ê başûrê Idlibê hedef girtin. Têkildarî windahiyên canî heta niha agahî nehatine bidestxistin.

(cx)